Doza Komkujiya Konyayê: Diyar e di navbera kujer û polîsan de bazariyek hatiye kirin

  • 16:44 28 Hezîran 2022
  • Rojane
KONYA - Di doza malbat Dedeogllari de parêzerê malbatê got:"Diyar e di navbera kujer û polîsan de bazariyek hatiye kirin."
 
Tetîkkêş Mehmet Altûn di 30’ê tîrmeha sala 2021’ê de li navçeya Meramê ya Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kirin. 4’emîn danişîna doza derheqê tetîkkêş Mehmet û 9 kesên pêdanker ên ji malbatên Çalik û Keleş hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hate dîtin. 
 
Li gel parêzerên her du aliyan, her wiha gelek parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr û navçeyan û xizmên malbata Dedeogûllari jî beşdarî danişînê bûn. 
 
Bersûcên negirtî tên darizandin bêyî ku hincetekê nîşan bidin beşdarî danişînê nebûn. Tetîkkêş Mehmet Altûn û Velî û Lutfî Keleş ku ji ber êrişa di 12’ê gulana 2021’ê de ya li dijî malbata Dedeogûllari de hatibûn girtin, ji girtîgehên lê dimînin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Talha Goncu yê ku di fîrmaya ji bo kujer Mehmet Altûn wesayît kirê kiribû de dixebite, weke şahid hat guhdarîkirin. Talha, diyar kir ku Mehmet Altûn berê nas nedikir û di roja bûyerê de ji ber erebe bi lez diajot lê geriyaye. Bi domdarî jî Talha ev tişt anî ziman: “Ji bo kirêkirina wesayîtê Altûn bi tena serê xwe hatibû. Di demên berê de ji fîrmayên cuda wesayît kirê kiribûn lewma me bedela temînatê jê negirt.” Parêzerê Dedeogûllari Abdurrahman Karabulut pirsa “Dengê kesê li ser telefonê tu pê re diaxivî û yê ku ji bo kirêkirina wesayîtê hatiye ofîsê heman deng bû yan na” ji şahid kir û şahid got; “nayê bîra min.” Piştî pirsan jî şahid ji eywana dadgehê çû. 
 
'Ez dixwazim ku ev xalên wî weke şahid bên guhdarîkirin'
 
Piştre jî parêzerê malbata Dedeogûllari Atîlla Kart mafê axaftinê girt. Atîlla jî ewil axaftinên di navbera kujer Mehmet Altûn û malbata wî de xwendin û wiha got: “Altûn, ji ber van axaftinan qet qala poşmantiyê nekir. Malbata wî her tim jê re dibêje; ‘bibêje ez poşman im.’ Ji ber ku bi qasî misqalê poşman nîne lewma jê re wisa dibêjin. Di qeydên telefonan de xuya dibe ku xalên wî Helîm û Hîdayet Şahîn rêyê nîşanî wî didin û alîkariya pereyan didin. Ez dixwazim ku ev xalên wî weke şahid bên guhdarîkirin.” 
 
'Agahiya malbatê ji komkujiyê heye'
 
Bi domdarî Atîlla axaftina xalê Mehmet Altûn ê bi navê Hîdayet Şahîn a li ser telefonê xwend ku wiha dibêje; "Xweziya te nekiribûya. Te belaya xelkê kişand ser xwe. Cezayê xelkê te girt ser xwe.”Atîlla, di berdewamê de ev axaftina kujer Mehmet Altûn bi bîr xist: “Polîs pir baş nêzî min dibin. Xwe bi zorê digirim ku wan hembêz nekim.” Atîlla, got ku xalê kujer Helîm Şahîn jî di axaftineke xwe de wiha dibêje; “3 roj piştre parastvan hatin cem min û gotin ku heqê xwe helal bike. Hinek guman ji me jî birin. Ji min re gotin dê me tu jî bigirta lê me ev yek nekir.” Parêzer Atîlla, anî ziman ku ji qeydan diyar e ku agahiya malbatê ji komkujiyê heye. "
 
Alîkariya pere ya ji Ewropayê
 
Parêzer Atîlla, di berdewamê de daxuyand ku li gorî daneyên di qeydên hevdîtinan de, hem li welêt û hem jî li derveyî welat pere ji hesabê Zehra Altûn re hatiye şandin û wiha pê de çû: “Di hevdîtina di navbera kujer û hevjîna wî de Zehra Altûn dibêje; ‘Ji bo parêzeran ji Ewropayê alîkariya pere hate kirin. Mirov alîkariyê didin. Bi taybet jî kesên ku mirov qet li bendê neyî. Pereyan dişînin, gelek name hatin şandin û ji bo zarokan pêlîstokan dişînin. Min ji wan re negot lê heta niha 100 hezar lîre ketine hesabê min.’ Bi vî awayî diaxive. Ez dixwazim ku hesabên bankayê yên Zehra Altûn bên lêkolînkirin.” 
 
Delîlên sexte hatine amadekirin
 
Atîlla, diyar kir ku di axaftineke di navbera Îbrahîm Keleş û jineke ku nasnameya wê nayê zanîn de axaftineke wiha derbas dibe; “Tê tespîtkirin ku Bariş (Bariş Dedeogûllari yê hatiye kuştin) çek neavêtiyê. Tevî vê yekê jî raporeke ku çek berdaye hatiye amadekirin. Madem ku dê bavê min û Alî li xwe bigirtina, wê demê me çima 50 hezar TL dan.” Atîlla, da zanîn ku delîlên sexte hatine amadekirin. 
 
Qeyda hevdîtinê hêj jî winda ye
 
Bi domdarî parêzer Atîlla, destnîşan kir ku kujer Mehmet Altûn di 2’yê tebaxa sala 2021’ê de bi Şaxa Midûriyeta Asayîşê re li ser telefonê 45 deqeyan axiviye û ev agahî dan: “Ev qeyda hevdîtinê hêj jî winda ye. Ev axaftin di dosyayê de tune ye. Ev yek jî nîşan dide ku di navbera kujer û polîsan de bazariyek hatiye kirin. Divê ev axaftin bên xwestin. Di dema ku komkujî pêk dihat ango dîmenên di navbera saet 18.34-18.36’ê jî tune ne. Divê ev qeydên heyî li dosyayê bên zêdekirin.”
 
Piştre jî parêzeran derheqê dengên qeyd ên li dosyayê hatine zêdekirin pirs ji kujer Mehmet Altûn kirin. Parêzer Karabulut ev pirs kir; “Di îfadeya xwe de dibêjî; ‘Ez bi xwe teslîm bûm û polîs derewan dikin.’ Gelo te di wan 45 deqeyan de bazarî bi polîsan re dikir?” Li ser vê pirsê jî kujer Altûn wiha bersiv da: “Di vê hevdîtina 45 deqeyan de ez qaneh kirim û teslîm bûm. Min bi polîsan re bazarî nekiriye.” 
 
'Polîs çawa ji bo te bûn alîkar'
 
Li ser pirsa “Di navbera axaftin û teslîmbûna te de 3 roj hene. Lê te got ‘ez ê teslîm bibim.’ Anku polîsan jî ji te bawer kir ne wisa? Kî di navbera te û polîsan de bû navbeynkar?” jî kujer Mehmet ev bersiv da: “Min soz da wan. Hinek sekinîm û çûm teslîm bûm. Kesek neket navberê.” Kujer Mehmet pirsên parêzeran ên “Te di îfadeyê xwe de got; ‘polîs ji bo min bûn alîkar.’ Baş e kî û çawa ji bo te bûn alîkar? Tu dibêjî ‘gelek polîs dibêjin ku ev kes mirinê heq dikin.’ Ev polîs kî ne?” jî wiha bersivand: “Nayê bîra min bê ka min tiştekî wisa gotiye yan na.” 
 
'Lêpirsîn li ser bingeha parastina kujeran hatiye avakirin'
 
Parêzer Abdurrahman Karabulut piştî pirsan jî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di axaftinên bersûc û tetîkkêş de xuya dibe ku hêzên ewlekariyê wan diparêzin. Lewma lêpirsîn bêalî nayê kirin. Lêpirsîn li ser bingeha parastina kujeran hatiye avakirin. Ji ber ku dosyaya komkujî û êrişê bûye yek dosya, pêşî lê hatiye girtin ku bûyer bi awayekî giştî were nirxandin. Di kamerayên malbata Dedeogûllari de xuya dibe ku hem beriya bûyerê û hem jî piştre wesayîteke bi cureya Mercedesê li dora malê bû. Em dixwazin ku bê zanîn bê ka ew wesayîta kê ye û qeydên GPS’ê li dosyayê bên zêdekirin. Di hevdîtinên li girtîgehê yên di navbera bersûc û malbatên wan de tê gotin ku dozger ji wan re gotiye ‘Bila 2-3 kes sûcî li xwe bigirin dê yên din werin berdan.’ Lewma divê ev dozger di dozê de weke şahid bê guhdarîkirin.” 
 
Parastina parêzerê kujer
 
Piştî axaftinên parêzerên Dedeogûllari, şandeya dadgehê vê carê mafê axaftinê da parêzerên bersûc. Parêzerê Lutfî Keleş, Kazim Turan wiha got: “Dixwazim ku daxwaza guhdarîkirina dozger bê redkirin. Mehmet Altûn ji bo ku malbat giliyê xwe paşve kişîne li wir bû. Heke malbatê ev kaxiz îmze bikira, ev komkujî pêk nedihat. Mehmet Altûn ji bo komkujiyê yan jî êrişeke nîjadperest li wir nebû. Lutfu Keleş sor nekiriye û dixwazim ku were berdan.” 
 
Piştî navberê jî dozger mutalaa da û xwest ku daxwazên parêzeran bên redkirin, rewşa girtî ya faîl bidome û daxwaza girtina faîlên bi awayekî negirtî tên darizandin jî were redkirin. 
 
Daxwaz hatin redkirin
 
Serokê dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir û gelemperiya daxwazên parêzeran red kir. Serokê dadgehê biryar da ku ji bo Selmîn Kuruş, Ugur Yargi û Sefer Orhan Yilmaz weke şahid bên guhdarîkirin navnîşana wan were tespîtkirin. Her wiha dadgehê biryar da ku qeydên telefonê yên 3 mehên beriya komkujiyê ji pisporan re bên şandin, xwe li benda rapora pispor a derheqê hevdîtinê di navbera Mehmet Altûn û bersûcan de bigirin û derheqê hevdîtina Mehmet Altûn a bi şahid Muhammed Talha Goncu de rapor bê amadekirin. 
 
Danişîna dozê taloqî 20’ê îlonê hate kirin
 
Şandeya dadgehê da zanîn ku xwe li benda bersiva muzekkereya derheqê axaftina Mehmet Altûn a li ser telefonê bêyî qerta sîmê bi 112’ê re kiriye bigirin, were xwestin ku di zûtirin demê de bersiv were dayîn û heke neyê dayîn jî dê derheqê berpirsyaran de gilî were kirin. Serokê şandeyê daxwaza guhdarîkirina xalên Altûn ên bi navên Helîm û Hîdayet Şahîn red kir û wiha got: “Derheqê wesayîta ku tê gotin di dema bûyerê de çavdêrî kiriye ji ATK’ê rapor bê xwestin. Dê rewşa girtî ya Altûn bidome û rewşa negirtî ya bersûcên din jî wekî xwe bidome.” 
 
Danişîna dozê taloqî 20’ê îlonê hate kirin.