Ji Nobeda Edaletê bang: Daxwazên me qebûl bikin

  • 15:24 28 Hezîran 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya li ber Baroya Îzmîrê de, peyama heta ku daxwaz bên qebûlkirin wê çalakî bi doma hat dayîn. 
 
Malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ji bo ku girtiyên wan bên berdan di 12'ê Sibatê de dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatan îro li ber Edliyeya Îzmîrê çalakiya xwe berdewam kirin. Rêxisitna HDP'ê ya navçeya Alîaga û Platforma Jiaysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re Azadî serdana malbatan kirin.
 
'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
 
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Alîgagaya Îmzmîrê  Gul Ekîcî got, "Hevalên me yên ku em bi wan re hevdîtina vekirî dikin, dibêjin ku ew di qawîşên ji bo 15 kesî de 37 kes dimînin. Girtîgeh bûne îşkencexane. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin."
 
'Dê çalakî bidome'
 
Dayika girtiyê nexweş Medet Sever ê ku li Girtîgeha Tîpa T- Hejmar 1 dimîne Hanim Sever, got ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin. Hanimê wiha berdewam kir, "Em vê rewşê qebûl nakin.  Bila êdî li girtîgehan girtî nemirin. Bila daxwaz bên bicihanîn. Heta ku daxwazên me bên bicihanîn em ê çalakiyê bidomînin."
 
Hanimê herî dawî got bila şer bidawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Her ku em  dibêjin aştî ew şer dixwazin. Êdî sebra me nema."