Malbata Şenyaşar: Gelê Rihayê zilma li dayikê tê kirin dibîne û dişopîne

  • 15:18 28 Hezîran 2022
  • Rojane
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 477'emîn de didome. Ferît di nobedê de got: "Tevahiya gelê Rihayê zilma li dayikê tê kirin dibîne û dişopîne."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a ku di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 477’emîn de didome. Ferît Şenyaşar ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kir, wiha got: “Dayikek 477 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. Çima rayedarekî dewletê dernakeve û pirsa ku ev dayik çi dixwaze napirse.”
 
'Gelê Rihayê zilma li dayikê tê kirin dibîne û dişopîne'
 
Ferît bal kişand ser xemsariya Wezareta Edaletê ya li dijî nobeta wan û wiha got: “Siberojê dê Serokkomar ferman bide parlamenter, bijartiyên xwe û dê ji wan re bêje ku herin nava gel. Tevahiya gelê Rihayê zilma li dayikê tê kirin dibîne û dişopîne. Gelek rêveber û endamên AKP’ê yên rastî me hatin, gotin ku ji ber vê nobetê 'me ji partiya xwe îstifa kiriye.' Dema siberojê bijartiyên AKP’ê hatin Rihayê dê gelê Rihayê ji wan vê pirsê bikin, ‘Çima ev dayik li ber edliyeyê disekine?’ Bijartiyek we ku bersiv bide vê pirsê heye gelo?”
 
Malbata Şenyaşar heman pirs li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ji Navenda Giştî ya AKP’ê û Serokatiya Bajêr a Rihayê jî kirin.