Malbatên girtiyan: Girtiyan nekin propagandaya hilbijartinê

  • 13:57 28 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan didome. Çalakî îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D ya Amedê pêk hat. Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin û gotin: "Guh bidin xwestekên me û girtiyan nekin amûra propagandaya hilbijartinê."  
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bi mebesta berdanê li Amedê di roja 225'emîn de berdewam kir. Malbatan çalakiya xwe ya îro li pêşiya Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê li dar xistin. Rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî, Piştgirî û Piştevaniya bi Kesen Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.
 
Herdem Merwanî ku bavê wê Abdulhalîm Kirtay ê nexweş li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê girtiye axivî û diyar kir ku ev çend meh in çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: "Ji bo xwestekên girtiyên nexweş û girtiyê infaza wan hatiye şewitandin, em çûn Enqerê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Lê mixabin ji bo xwestekên me çavên xwe girtin. Ji bo çareseriyê jî tiştek jî nekirin. Em malbatên girtiyan pir bi hêrs in. 8 meh in em di çalakiyê de ne. Ne demek hindik e. Me di vê demê ne got sar û germ çi ye û em ji bo xwestekên xwe li qadan in." 
 
Herdem di axaftina xwe de vê bangê kir: "Dive her kes bibe dengê girtiyan. Divê ku partiyên siyasî xwestekên me li Meclisê bikin rojev û çareseriyekê bibînin. Bila tu kes girtiyan neke amûrê propaganda hilbijartinê. Pisgirekên zindanan xilas nabin. Pisgirêkên herî sereke jî tenduristî ye. Xwarin û mafê jiyanê yên girtiyan jî pirsgirêk e. Heke kû hun tiştek bikin niha bikin, belkî sibê bibe dereng jî." 
 
Malbatan bi berzkirina dirûşma "Heq, hiqûq û edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” çalakiya xwe bi dawî kirin.