Di doza Dayikên Aştiyê jê tên darizandin de mutala dê bê amadekirin

  • 12:52 28 Hezîran 2022
  • Rojane
STENBOL - Di daneşîna 2'emîn a doza ku 11 Dayikên Aştiyê yên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de xestibûn daxuyaniyê bidin û du rojnameger jê tên darizandin de heyeta dadgehê, ji bo ku mutala bê amadekirin biryar da ku dosyayê ji makamê îdayê re bişînîn û daneşîn taloq kir.
 
Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Di 10’ê gulana 2019’an de ku greva birçîbûnê didomiya de ji bo piştevaniyê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakî hat lidarxistin û polîsan êrişî çalakvanan kir. Di encama êrişê de 11 Dayikên Aştiyê û rojnameger Îrfan Tunççelîk û Umît Rurhan hatibûn binçavkirin. Derheqê her 13 kesan de bi îdiayên “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine” û “Endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin û 2’yemîn danişîna dozê li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. 
 
Di danişînê de Gazyete Yildirim û parêzer amade bûn. Her wiha Dayika Aştiyê Asiye Seyhan jî li Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bû. Di danişînê de ji ewil Gazyete Yildirim axivî û wiha got: “Ez ji bo keça xwe ya li Girtîgeha Baybûrtê ketibû greva birçîbûnê hatim pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê. Em, ji bo ku kesek nemire hatibûn wê derê. Polîsan li me xistin û em îşkence kirin. Polîsan hêj beriya protestoyê êrişî me kirin û em binçav kirin.” 
 
Asiye Seyhan jî diyar kir ku îdiayên tên kirin bêbingeh in û tevek jî red kir. Asiye, got ku wan çalakiyeke ku weke sûc were hesibandin nekirine û wiha domand: “Birayê min di greva birçîbûnê de bû. Ji bo parastina mafê wî hatibûm wê derê.” 
 
Alavan nadin
 
Piştre jî parêzerê rojnameger Îrfan Tunççelîk, Hakîm Peker jî da zanîn ku di danişîna ewil de dadgehê biryar da ku wênekeş û kompîtira rojnamegeran bên dayîn û ev tişt anî ziman: “Lê belê polîs guh nadin vê biryarê û alavên rojnamegeran nadin. Ev sê sal in ev rewş didome. Ev yek, binpêkirina maf e. Em dixwazin biryar bê dayîn ku îmajên materyalên dijîtal bên wergirtin û van bidin rojnamegeran.” 
 
Daneşîn hat taloqkirin
 
Dozger jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û îmahên materyalên dijîtal bên girtin û piştre bên dayîn. Dadgehê jî piştre biryara navberê amade kir û got ku 13 kes hewce nake beşdarî danişînên din bibin, ji bo ku di zûtirin demê de alavên rojnamegeran bên dayîn muzekkere bê nivîsandin û dozger mutalaaya xwe amade bike. Her wiha danişîna dozê taloqî 25’ê cotmehê kir.