Bi daraza mêr bawer nekir: hem gumanbar hem jî parêzerê wî teşhîr kir

  • 09:09 28 Hezîran 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - M.Z. ya di temenê biçûk de bi awayekî sîstematîk hat tecawizkirin, li dijî lêpirsînkirina jiyana xwe têkoşînê dimeşîne û wek rêbaza parastina cewherî gumanbar û parêzerê wî teşhîr kir.
 
M.Z. di 2013’an de ku hîna zarok bû, ji aliyê Sezgîn Ceyan ve bi tecawiza sîtematîk re rûbirû hat hiştin. Doza ku gumanbar Sezgîn Ceylan jê dihat darizandin runiştina sêyem di 23’ê Hezîranê de li  23’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Bayrakli hat dîtin. Di runiştinê de serokê dadgehe kesek wek şahid guhdar kir.  serokê dadgehê ji şahid re got divê peyamên tehdîdê yên ji gumanbar ji M re avetiye, wêneyên ku gumanbar kişandine nîşan bide. Her wiha ji şahidê din re jî got çima wê demê M. der barê gumanbar de gilî nekiriye. Parêzera dozê Hazal Aydin bertek nîşan da û got: “Hazal wê demê 13 salî bû. Di TCK’ê de behsa daxwaza zarokekî nayê kirin. Em nizanin ku ew zarok bi tehdîd û zextek çawa re hatiye rû hev.” Runiştina din taloqî 17’ê Mijdarê bû.
 
M. der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.
 
Tehdîd kir
 
M. got li Îzmîrê di 2013’an de bi Sezgîn Ceylan ku li heman taxê rudiniştin hev nas dikin, piştre li ser medya civakî diaxivin û got: “Wê demê gumanbar 19 salî bû. Gumanbar tecawizî min kir û tehdîd kir ku ez ji malbatê re nebêjim. Ji ber vê jî tevî daxwaza min tunebû ez çûm cem.”
 
Şantaj giran kir
 
M. daxuyakirin gumanbar Sezgîn Ceylan tevli hemû terza jiyan wê cil û bergên wê bûye û tehdîd kiriye. M. wiha dirêjî dayê: “Piştre jî şîdeta fîzîkî kir. Dilê wî bixwesta li min dixist. Herî dawî got tu nekevî têkiliya zayendî ez ji malbatê re dibêjim. Her roj dihat ber dibistanê ez tehdîd dikirim.”
 
Li ser tehdîdan M. ji dayika xwe re dibêje û malbat di 2015’an de gilî dike. Gumanbar li ser medya civakî xwe digihîne M. M. diyar kir ku tehdîd kiriye ku îfada xwe biguhere û got: “Ez neçar mam îfadê biguherim.Gumanbar ez birim cem parêzerê xwe Nezîh Sebatî Yolal.  Got çawa îfadê bidî ceza tê xistin.”
 
‘Min qebûl nekir’
 
M. daxuyakirin ku gumanbar di 2018’an de dîsa ew li ser hesabên sexte tacîz kiriye û got: “Li ser vê min dest bi doza xwe kir. Min çû girî lir. Bi ser mala wî de hat girtin. Telefona wî hat girtin. Wêne û vîdeoy hatin girtin. Me pêşkêşî dadgehê kir. Di 2021’ê de doz hat vekirin. Xwestin em biçin lihevkirinê. Lê min qebûl nekir.  Tevî hemû delîlan doz sê caran hat taloqkirin. Gumanbar bertîl da. Pêvajoya dozê de hevala min ya dibistana seretayî hat guhdarkirin.Hevala min got gumanbar li ber derê dibistanê ew bi zor dibir. Dadger got ‘çima wê demê gilî nekiriye’. Ez wê demê zarok bûm û 14 salî bûm. Parêzeran îtîraz kirin û gotin pirsek wisa nikare bê pirsîn. Runiştin taloqî 27’ê mijdarê hat kirin.”
 
M. da zanîn ku wê li ser çapemeniya civakî gumanbar û parêzerê wî  teşhîr kiriye û wiha dawî lê anî: “Ji ber edelet pêk nayê jin ne di ewlehiyê de ne. Min wek rêbazeke parastina cewherî teşhîr bi kar anî. Ji bo ew hesabê vê bide çi ji destê min bê ez ê bikim.”