ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 28 Hezîran 2022
  • Rojev
*Nivîskar Xecê Şen têkildarî polîtîkayên bişaftinê û rola wêjeyê ya di parastina ziman de wiha got: "Gelek îktidar hatin ku armanca hemûyan jî tunekirina hebûna kurdan e. Hemûyan jî ji bo tunekirinê serî li bişaftinê dan. Ji derveyî êrişên fîzikî yên tên meşandin îktidarê şerekî xinis ku spî xuyaye dide meşandin. Ev şerê herî dijwar e ku divê bi baldarî were nirxandin û rûxandin. Di vê de jî barekî mezin dikeve ser milê rewşenbîr û nivîskaran." DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên li gundê Elemûna Qilebana Şirnexê, bal kişandin ser şerê ku li sînor tê meşandin û gotin: "Zarokên me ji ber dengê topan nikarin razên û ditirsin. Çiya û zozanên me li me hatiye qedexekirin. Em ne dikarin sewalên xwe xwedî bikin, ne dikarin debara xwe bikin û ne jî dikarin di nava ewlehiyê bijîn." BI DÎMEN 
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîde Bohtî li ser avabûna Yekîtiya Star û Şoreşa Rojava axivî û ev tişt got: '' Tevgera Azadiya Jinên Kurd bû bingeha Şoreşa Rojavayê Kurdistanê." DÎMEN HEYE
 
*Jînda Asmen, rêheval û hevpîşeya xwe Nûjiyan Erdan di belgefîlma bi navê ‘Nûjiyan’ de vegot û tevî hemû astengî bandora şer belgefîlma xwe temam kir. Jînda da zanîn ku dema li Şengalê geriyaye li her derê Nûjiyan hebûye û wekê ku Nûjiyanê ew her tim temaşe kiriye.
 
*Kevneşopiya çapemeniya azad a kurd tevî hemû zext û zordariyan her tim nivîsandina heqîqetê domandiye. Ji sedsala 19’an heta niha  gelek caran rojname, kovar, ajans û kanalên TV bi zextan re hatin rû hev. DOSYA-2
 
*Endama Platfroma Hawirdor û Xwezayê ya Îlîç Fusun Kayra got 20 ton siyanura rijyaye Çemê Firatê bi qasê karaseta Çernobîl bi bandor e û got madena 12 sal in faliyetan dike hedef dike sê katî mezin bibe û ev pêk bê wê hemû herêma heta Çiyayê Mûnzûr bibe qada madenê. BI DÎMEN 
 
*Parêzerên li Cendermeya Geverê lêdan ji leşkeran xwarin wiha gotin:"Em ê li dijî hemû binpêkirinên mafan li edliyeyan, kuçeyan û kolanan bin." BI DÎMEN 
 
*M.Z. ya di temenê biçûk de bi awayekî sîstematîk hat tecawizkirin, li dijî lêpirsînkirina jiyana xwe têkoşînê dimeşîne û wek rêbaza parastina cewherî gumanbar û parêzerê wî teşhîr kir. DÎMEN HEYE