Ji ber nexweşiya bavê wê Zara Muhamedî şandin destûrê

  • 17:04 27 Hezîran 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteya zimanê Kurdî û Seroka Komaleya Çand-Civakî ya Nozînê Zara Muhamedî ya 5 meh in li Girtîgeha Sanandajê girtiye ji ber bavê wê nexweş e ew şandin destûrê. 
 
Mamosteya zimanê Kurdî û Seroka Komaleya Çand-Civakî ya Nozînê Zara Muhamedî ya 6 meh in li Girtîgeha Sanandajê girtiye ji ber bavê wê nexweş e ew şandin destûrê. Hêzên ewlehiya Îranê piştî xirabbûna rewşa tendûristiya bavê Zara Muhammedi, deh roj destûr danê. Mamosteya zimanê Kurdî Zara Muhamedî 5 meh in ku li Girtîgeha Sanandajê tê girtin.
 
Zara Muhammedi di 23’yê Hezîrana 2009’an de hat girtin û di 3’yê Kanûna heman salê de bi kefaleta 700 milyon tomarê hate berdan.
 
Di Tirmeha 2020’î de Dadgeha Şoreşê ya li Sanandajê bi hinceta “bi armanca zirardayîna ewlehiya neteweyî avakirina komekê” deh sal cezayê girtîgehê lê birî, lê Dadgeha Temyizê ya Çaremîn di Sibata 2021’ê de cezayê daxist 5 salan.
 
Endama damezrîner û dîrektora Komaleya Çandî û Civakî ya Nozînê Zara Muhamedî, di 8’ê Çileyê de şandin Girtîgeha Sanandajê.
 
Di dema binçavkirina kêyfî de ji bo dermankirina nexweşiyên wê yê made û ziravê mafê wê yê dermankirinê hat astengkirin û hat zanîn ku di dema binçavkirinê de hêzên ewlehiyê bi girtina endamên malbatê gef li Zara Muhamedî xwarine û ji bo li ser televîzyonê li xwe mikur bê gelek zext û êriş li ser çalakvana mafên mirovan Zara Muhamedî kirine.