Polîsan bi ser avahiyên navendên çand û hunerê de girt

  • 10:55 27 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Polîsan serê sibê bi ser avahiya Navenda Çandê ya Dîcle û bi ser mala xebatkarên wê de girt. Di encama serdegirtinan de bi hejmareke zêde kes hatin binçavkirin. 
 
Di lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatî destpêkirin de derbarê 38 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di vê çarçoveyê de li Amed û Edeneyê polîsan bi ser gelek malan de girt. Her wiha di heman wextê de jî bi ser Navenda Çandê ys Binevşê ya li Edenê û Navenda Çandê ya Dîcle ya li Amedê de girtin. 
 
'Bêy ku agahî bidin ketin hindirê avahiyê' 
 
Li gorî agahiyên me ji cîranên avahiya Navenda Çandê ya Dîcle de girtin polîs bêy ku şahidek bînin ketine hindirê avahiya navenda çandê û lêgerîn kirine. Herwiha lêgerîn bêyî ku agahiyê bidin perpirsiyarên avahiyê ve hatiye kirin. Polîsan di encama lêgerînê de dest danîn ser kompîtur, hardiskên kompîturan. Hat diyarkirin ku polîsan di heman demê de bi hejmareke zêde pirtûkên li avahiyê jî desteser kirine.  
 
Polîsan hemwext bi ser malên gelek xebatkarên navenda çandê û siyasetmedaran de jî girtin. Ji xebatkarên navenda çandê li Amedê solîstê Koma Pelê Ilyaz Arzu,  Mehmet Saruhan. Li navçeya Qosera Mêrdînê jî serokê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav hate binçavkirin. Li gorî agahiyan jimara binçavkiriyan zêdetir e.