Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin

  • 09:16 27 Hezîran 2022
  • Rojane
EDENE - Li Edeneyê di nav de hevserokên HDP'ê ya bajêr Helîn Kaya û Mehmet Karakiş jî heyî gelek kes hatin binçavkirin. Her wiha li Amedê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. 
 
Di lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatî destpêkirin de derbarê 38 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di vê çarçoveyê de li Amed û Edeneyê polîsan bi ser gelek malan de girt. Her wiha di heman wextê de jî bi ser Navenda Çanda Binevşê dê jî girt. 
 
Di nav de hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr a Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş gelek kes hatin binçavkirin. Her wiha lêgerîna li Navenda Çanda Binevşê jî didome.
 
Navê kesên ku hatine binçavkirin; Hevserokên HDP'ê ya bajarê Edeneşê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, hevberdevkên Partiya Herêmên Demokrat (DBP) a Herêma Çukurovayê Şîlan Turga û Enver Guler, cigîra şaredariya Seyhanê Funda Buyruk, Mehmet Saît Dîkmen, Abdurrahman Oral, Hayrettîn Oz, Sever Uzun, Mehmet Saruhan û Mahsun Uzun.