ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 27 Hezîran 2022
  • Rojev
*Kevneşopiya çapemeniya azad a Kurd tevî hemû zext û zordariyan her tim heqîqet nivîsî û didomîne. Ji sedsala 19’an heta niha gelek caran rojname, kovar, ajans û kanalên TV bi zextan re hatin rû hev.
 
*Dayika Bayram Kaymaz ê girtî Medîne Kaymaz, çalakvana "Nobeta Edaletê" ye û got: "Ez di serî de bang li malbatên girtiyan û hemû kesan dikim ku piştevaniya çalakiyê bikin. Em ji bo her kesî edeletê dixwazin.” BI DÎMEN 
 
*Ji bo gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn qetilkir, cezayê ‘daxistina tahrîka bêmaf’ hat dayîn û jinan bertek nîşanê biryarê dan. Jinan da zanîn ku wê li dijî vê têkoşîneke jinan a xurt danîn holê. DÎMEN HEYE