Girtiyê dayika xwe nedît destûr nedan bê wê defin jî bike

  • 16:12 26 Hezîran 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Hedla Aksu ya ku daxwaza wê ya herî dawî dîtina kurê wê bû ev daxwaza wê bi cih ne anîn, lawê wê Abulkadîr Aksu jî bi hinceta ku pere ranezandine destûr nedanê ku tevli merasîma cenazeyê dayika xwe bibe. 
 
Dayika girtiyê bi navê Abdulkadîr Aksu ku li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Hedla Aksu (84) li Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê jiyana xwe ji dest da. Girtî Abdulkadîr Aksu jî xwest ku tevli merasîma definkirina cenazeyê dayika xwe bibe lê destûr nehat dayîn. 
 
Daxwaza dawî ya Hedlayê ew bû ku kurê xwe yê girtî bibîne. Ji bo ku ev daxwaza wê bihata qebûlkirin diviyabû nexweşxaneyê derheqê rewşa giran a Hedlayê de raporek amade bikira û ji dozgerê girtîgehê re bişanda û wî jî destûr bidaya. Lê belê ji ber ku nexweşxaneyê ev rapor amade nekir,  Hedla bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. 
 
Malbata Abdulkadîr Aksu ji bo ku beşdarî merasîma cenazeyê bibe telefonî rayedarên girtîgehê kirin û rêveberiya girtîgehê jî ev bersiv da: “Heke Abdulkadîr Aksu ji bo şînê 3 hezar 500 TL bide, dikare beşdar bibe.” Li ser vê yekê malbatê xwest pere bişîne lê belê vêcarê jî bi hinceta ku roja yekşemê ye, ev daxwaz hate redkirin. Rêveberiya girtîgehê got ku heke di danê sibehê de pere were razandin, dê destûrê bidin. 
 
Piştî ku destûr ji Abdulkadîr Aksu re nehatiye dayîn, cenazeyê dayika wî Hedla Aksu li Goristana Çirpi ya Navçeya Torbaliyê hate definkirin. 
 
Malbatê şîna xwe li mala şînê ya li navçeya Torbaliyê qebûl daniye.