Şehîdên Komkojiya Kobanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

  • 12:56 26 Hezîran 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Di Salvegera 7’emîn a Komkojiya Kobanê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin, xelikê Kantona Kobanê ya girêdayî Herêma Firatê kesên ku di komkujiyê de şehît bûn duh êvarê li ser gorên wan bi bîr anîn.  
 
Di 25’ê Hizêrana 2015’an de, çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî veşartî derbasî nava Bajarê Kobanê bûn. Di nava sê rojan de, derdora 300’ sivîlên Kobanêyî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Herwiha di encama van êrîşan de li dora 300 kesî jî birîndar bibûn.  Komkojî ji gûndê Berx Botanê yê li Başûrê Kobanê hatibû destpêkirin. Piştî komkujiya li gund piştre berê xwe dabûn Kobanê û dest bi qetilkirin xelkê bajarê Kobanê kiribûn. 
 
Bi minasebeta 7'emîn salvegera komkujiyê bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê ya Herêma Firatê şehîdên komkujiyê li ser gorên wan bi bîr anîn.  Bi sedan ji şênî, malbat, Sazî  û Dezgehên Rêveberiya Xweser jî tevli merasîma bîranînê bûn. ji bo bîranîna tekoşeran di serî de deqeyeke rêz hat girtin û paşê li ser navê Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
 
‘Ev roj roja herî bi êş e li ber dilê me’
 
Malbetên şehîdan di axaftina xwe de teqez kirin ku ev  roj roja xemgîniyê ye û gotin: “Berî bi 7 salan îro li vî bajarê bi rûmet, bi sedan zarokên ku di hêmbêza dayika xwe da  bûn hatin qetilkirin. Ev roj roja herî bi êş e li ber dilê me û dê di dîrokê de şopa xwe bihêle. Lê em dîsa jî soza wan tekoşeran nû dikin ku em e jiyaneke aram ji bo zarokên pêşerojê ava bikin û em bi hêza xwe  her tim li ser piyan e.”
 
Piştî axaftinan malbatn li ser gora şehîdan fin pêxistin.