‘Bi biryara Pinar Gultekîn cesaret dan mêran’

  • 09:08 26 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Derya Ren -Safiye Alagaş
 
AMED - Ji bo gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn qetil kir, cezayê ‘daxistina tahrîka bêmaf’ hat dayîn û saziyên jinan der barê mijarê de bertek nîşan dan û gotin bi biryara derbarê kujerê Pinar Gultekîn cesaret dane mêran.
 
 Runiştina  doza kujerê Pinar Gultekîn ,Cemal Metîn Avci yê ku bi îşkenceyê Pinarê kuşt, kesê ku pê re bû alîkar Mertcan Avci, dayika kujer Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, hevjîna wî ya ku jê veqetiya ye Eda Karagun û şirîkê wî  Gokhan Orhan ku ji ber reşkirina delîlan jê tên darizandin duh li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin.  Pişti guhdarîkirina parêzerên aliyan, heyeta dadgehê derbarê Metîn Avci de cezayê muebeta giran da, lê pişter ev ceza bi hinceta ku tahrîk bûye daxist 23 salan û derbarê gûmanbarên din de jî biryara beraetê da.
 
Dozgerê îtîrazê biryara dadgehê kiribû di mutalayê de ji bo gumanbar cezayê muebeta giran xwestibû. Her wiha dozger ji bo gumanbarên din jî ji sûcê ku delîl veşartine daxwaza ceza kiribû. 
 
Biryara hat dayîn rê li ber bertekên mezin vekir. Jinan diyar kirin ku wê dest ji tekoşîna hesabpirsîne bernedin.
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê Berîvan Guneş û endama Lijneya Reveberiya Komeleya Jinan a Rosa Elif Turan der barê mijarê de nirxandin kirin.
 
‘Desthilatdarî jî daraz jî mêr e’
 
Berîvanê da zanîn ku daraz bûne saziyen ku tişta hewce dike nakin û polîtîka bêcezahiştinê pirsgirêka pergalê ye û wiha daxuyand: “Ji ber vê jî gotina desthilatdariyê ya ‘em ê di kuştinên jinan de cezayê herî giran bidin’ qet samîmî nîne. Hemû delîl li holê ne, kujer bi awayekî çavsor Pinar Gultekîn qetil kiriye, lê kujer bi ‘daxistina tahrîka bêmaf’ xelat kirin. Ji ber vê jî di têkoşîna li dijî şîdeta li hember jinan de samiyet û daxwazek daraz û dsethilatdariyê tune ye. Dema em dibêjin kuştinên jinan polîtîk in jî em vê dibêjin. Dsethiladarî jî desthilatdariyek mêr e. Daraz jî darazek mêr e. Ji bo desthilatdariya xwe biparêzin êrîşê jinan û mafê mirovan dikin. Em di biryarên darazê de vê zelal dibînin. Ji bo gumanbar 23 sal ceza hat dayîn. Ev jî tê wateya ku kujer 14 sal şûnde wê derkeve.”
 
‘Li dijî jinan şerê topyekun hatiye destpêkirin’
 
Berîvanê her wiha ev tişt anî ziman: “Ji daxistina tahrîka bêmaf ceza dayîn cesaretê dide gumanbaran û li hember jinan jî îxanet e. D heman demê de hemû kesên alîkarî daye qetilkirinê jî hatin berdan. Ev jî zelal nîşan dide ku kuştinên jinan tên rewakirin. Em jin wê tu car desturê nedin vê rewakirinê. Ev êrîşek li dijî mafên jinan e. Desthilatdariyê li dijî jinan şerekî topyekun daye destpêkirin. Ger Peymana Stenbolê bi awayekî bandor pêk bihata wê kujer bi cezayên giran bihata darizandin û ceza ji wan re nehatiba daxistin.”
 
‘Sedem bêcezahiştine’
 
Berîvanê destnîşan kir ku fehskirina peymanê ji cesaret daye kujeran û ev tişt diyar kir: “Niha em dibînin ku kujer li salonên dadgehê dibêjin ‘başe ku peymana Stenbolê hatiye feshkirin.’Ev jî asta ku şîdeta jinê gihistiye kîjan nokteyê nîşan dide. Ev biryarên wisa pêşî li kujeran vedikin. Desthilatdariyê got wê bi pakêtên darazên şîdeta li ser jinê biqedînin. Lê em dibînin ku bi van pakêtan biryarên ku şîdetê zêde dikin, didin. Em niha bi zîhniyetek serdest re têdikoşin. Ger Peymana Stenbolê nehatiba feshkirin wê ev rewş nehatiba jiyîn. Sedema herî mezin a zêdebûna şîdeta li ser jinê polîtîka bêcezahiştinê ye.”
 
‘Ev lekeyeke reş e’
 
Ji Komeleya Jinan a Rosayê jî Elîf Turan bertek nîşanê biryara ji dozê derketiye û wiha daxuyand: “Piştî 13 runiştinan biryar hat dayîn. Biryara hatiye dayîn wijdan birîn kirine. Em vê biryarê bi wijdana qirêj ya dewletê ve girê didin. Di şexsê Pinarê de hemû gumanbarên jinan bi polîtîka bêcezahiştinê hatine xelatkirin. Em jin û aktîvîstên jinan bi salan e li dijî vê polîtîkayên têdikoşin. Biryara der barê qetilkirina Pinarê de hatiye dayîn lekeyeke reş e. Yên bûn alîkarê qetilkirinê jî hemû hatin berdan.”
 
‘Em ne di şînê di serhildanê de ne’
 
Elîfê  gotinên gumanbar Cemal Metîn Avci yên ku Peymana Stenbolê hedef girtiye bi bîr xist û wiha dawî lê anî: “Gumanbar li salona dadgehê ji bo feshkirina peymana Stenbolê ji serokomar re spasî kir. Ev jî zîhniyeta serdest ya mêr danî holê. Lê em jin tu car ji têkoşîna xwe dest bernadin. Em jin ne di şînê de di serhildanê de ne. Ji bo hesab ji hemû gumanbaran bê pirsîn em ê li qadan bin.”