Parêzer Suzan Akîpa: Dayik li berxwe didin

  • 09:03 26 Hezîran 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzera OHD’ê Suzan Akîpa balkişand ser nobeta dayikên girtiyan yên ji bo zarokên xwe dane destpêkirin û wiha got: “Li dijî modela dayikbûnê ya ku ji qada siyasî û civakî hatiye qutkirin, têkoşîneke dayikan a azadî û edaletê heye.”
 
Çalakiya Nobeta Edeletê ya ku xizmên girtiyan ji bo zarokên xwe li Amedê dabûn destpêkirin bi mehane didome. Li ber girtîgeha Tîpa D ya Amed, ATK a Amedê û Edliyeya Amedê dayik nobeta xwe ya hefteyê sê rojan bidomînin. Gelek kes diçin serdana dayikan.
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî ji nêz ve nobetê dişopîne. Endama Lijneya OHD’ê parêzer Suzan Akîpa der barê mijarê de axivî û da zanîn ku berxwedana dayikan li bajarên din jî belav bûye û rastiyên li girtîgehan ji civakê re radigihînin.
 
‘Berxwedaneke dayikan a bi israr heye’
 
Suzanê destnîşan kir ku bi hezaran kes ji ber daxwaza azadiyê anîne ziman niha girtîne û  wiha pê de çû: “Ya herî bi êş jî rewşa girtiyên nexweş e. Ev çend salên dawiyê li girtîgehan mirin çêdibin. Girtiyên di bin şertên giran de tên tahliyekirin piştre jiyana xwe ji dest didin. Ev rewşa girtiyên nexweş birînek giran a welat e. Li aliyê din jî berxwedaneke bi israr a dayikan heye. Dayik ji bo zarokên xwe daxwaza azadî û edaletê dikin. Li her derê vê tînin ziman. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku berxwedanek mezin a bi israr a dayikan heye.”
 
'Têkoşîneke dayikan a azadî û edaletê heye'
 
Suzanê her wiha bi lêv kir ku divê her kes bala xwe bide ser berxwedana dayikan û wiha dirêjî dayê: “Ji Dayikên Aştiyê bigirin heta Dayikên Şemiyê ji dayikên ku li ber seferatxaneyan li aqûbeta zarokên xwe dipirsin heta Emîne Şenyaşar, Bedriye Doku û dayikên di nobeta Edeletê de. Ev berxwedana dayikan dikare wek serhildaneke li dijî modela jina makul ya ku desthilatdarî ferz dike, bê nirxandin. Li dijî modela dayikbûnê ya ku ji qada siyasî û civakî hatiye qutkirin, têkoşîneke dayikan a azadî û edaletê heye.”
 
‘Ji mîrateya çandî hêzê digirin’
 
Suzanê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Di sala 2022’yan de jinên têdikoşin hêza xwe ji mîrateya dîrokî digirin û daxwazên xwe yên azadî û edaletê tînin ziman. Dayik îro siyaset û polîtîkayê dikin. Dayik îro rola jina makul red dikin. Ji ber vê jî îro li Stenbol, Wan, Amed û Îzmîrê li ber edliyeyan, avahiyên ATK’ê û girtîgehan ji bo girtiyan têdikoşin. Dayik bang li ATK’yan dikin ku serbixwe tev bigerin. Ev du sal bû ji ber kovîtê girtiyên nexweş derveyî sererastkirinan hiştin. Rayedarên dewletê bi destê hiqûqê newekhevî rewa kir. Di vî alî de jî ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin bang tên kirin. Em hiqûqnas jî bang dikin ku divê hemû kes xwedî li girtiyan derkevin.”