ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 26 Hezîran 2022
  • Rojev
*Parêzera OHD’ê Suzan Akîpa balkişand ser nobeta dayikên girtiyan yên ji bo zarokên xwe dane destpêkirin û wiha got: “Li dijî modela dayikbûnê ya ku ji qada siyasî û civakî hatiye qutkirin, têkoşîneke dayikan a azadî û edaletê heye.” DÎMEN HEYE
 
*Mîzgin Çîçek da zanîn ku bi biryara Lijneya Şopandina Îdarî îşkenceya psîkolojîk û tecrîda li girtîgehan giran dibe, polîtîka çewisandin û tirsandinê di dewrê de ye, şert û merc her diçin giran dibin û banga hestiyariyê kir. BI DÎMEN 
 
*Ji bo gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn qetil kir, cezayê ‘daxistina tahrîka bêmaf’ hat dayîn û saziyên jinan der barê mijarê de bertek nîşan dan û gotin bi biryara derbarê kujerê Pinar Gultekîn cesaret dane mêran.DÎMEN HEYE
 
*Li Mezra Sersul ku bi sedan leşkerî raste rast gule reşandin hewa û jin û zarok hatin îşkencekirin, rayagiştî bi saya nûçegîhaniya welatiyan, tiştên hatin jiyîn fêr bû, gelo ev bendewariya rayagiştî tîne cih?
 Niha dema lêpirsînkirinê ye.. MEDYA KRÎTÎK