'Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê'

  • 12:28 25 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Derbarê "Roja Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine" de ÎHD û TÎHV daxuyaniyeke hevpar weşand û gotin: "Her dera Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê." 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), derbarê "Roja Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine" de daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandîn.  
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Di tevahiya dîroka Komara Tirkiyeyê de îşkence û mehmeleya xerab weke pêkanîneke sîstematîk a dewletê hebûye. Desthilata siyasî, ji aboriyê bigire heta tenduristiyê her mijara li welat kiriye meseleya ewlehiyê. Di encama rêbaza birêvebirina bi zext a welat de tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê.
 
Bi devên rayedarên herî paye bilind îşkence tê parastin û teşfîqkirin. Li navendên binçavkirinê îşkence û mehmeleya xerab bi hemû dijwariya xwe didome. Îşkence li jin, LGBTÎ, karker, parastvanên jiyanê û mafê mirovan û endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî tê kirin. Ji sala 2016'an ve piştî îlankirina Rewşa Awarte rêjeyên îşkenceyê zêde bûn. Ji sala 2019'an ve agahî ji Yûsûf Bîlge Tûnç ê hat revandin agahî nayê girtin. Li girtîgehan di asteke bilind de îşkence li girtî û hikumxwaran tê kirin."
 
ÎHD û TÎHV wiha daxwazên xwe rêz kirin; 
 
"* Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên bidawîkirin. 
 
* Divê rayedara terka gotinên xwe yên ku peznê îşkenceyê didin û teşfîq dikin berdin û li gorî pêşniyarên mekanîzmayên navneteweyî pêkanînên îşkenceyê bi awayekî ji raya giştî re vekirî teqez bên şermezarkirin. 
 
* Di şertên binçavkirinê de divê usûla ewlehiyê bê kêmasî bê pêkanîn.  
 
* Divê dema binçavkirinê bê kurtkirin. 
 
* Divê Saziya Wekhevî û Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK)  ya heyî bê rakirin û li gorî Protoqola (OPCAT) pêvek a Peymana Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Prensîbên Parîsê yên Neteweyên Yekbûyî, mekanîzmayeke nû ya pêşîlêgirtinê ya neteweyî ku bi tevahî serbixwe bê bê avakirin. 
 
* Divê Komîsyona Çavdêriya Hêzên Ewlehiyê bê bêalîkirin û serbixwekirin. 
 
* Divê belgekirin û raporkirina îşkenceyê li gorî şertên 'Protoqola Stenbolê' ku belgeyeke Neteweyên Yekbûyî ye bê kirin. 
 
* Divê angaştên îşkenceyê bi awayekî lez, bibandor û bêalî bên lêpirsînkirin, ji aliyê heyetên serbixwe ve bên lêkolînkirin û di pêvajoya darizandina wan adîl de di her astê de li gorî şertên hiqûqî û sincî yê navneteweyî bê tevgerandin. 
 
* Divê girtîgeh ji kontrolên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî re bên vekirin. 
 
* Divê hemû raporên CPT'yê bên aşkerakirin û li gorî hemû peşniyarên wê bê tevgerandin."