Malbata Şenyşar ev 474 roj in li hêviya edaletê ye

  • 11:07 25 Hezîran 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ê ji ber dawiya hefteyê ye Nobeda Edaletê li mala xwe didomînin ev 474 roj in li hêviya edaletê ne. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî kargeha malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûyî di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Emîne û Ferît Şenyaşar ê ji ber dawiya hefteyê ye Nobeda Edaletê li mala xwe didomînin ev 474 roj in li hêviya edaletê ne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê dîjîtal wêneyê dayika Taha Furkan ê dema xwendekarê Dibistana Herbê ya Hewayê bû û di hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê de cezayê muebbetê yê girtîgehê ji bo wî hatibû dayin û çend roj berê tehliye bû, Melek Çetinkaya ya dema hatibû serdana Emineyê, parve kir û got:"Ya van herdu dayikana tîne gel hevdu hestê edaletê ye. Melek Çetinkaya gihaşt lawê xwe yê bi neheqî di girtîgehê de bû. Dayika Emîneyê hîn li ber edliyeyê ye. Li hêviya wê rojê ye ku bigihêje lawê xwe yê bi awayekî neheqî di girtîgehê de tê girtin. Vê hevdîtinê zêdetir taloq nekin. Berî betlaneya edlî dest pê bike dawiyê li vê zilmê bînin."