Begê, piştî 20 salan vegeriya gundê xwe yê Keldaniyan

  • 09:02 25 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Gundê Geznexê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ku aîdê Keldaniya ye, di salên 90’î de ji hêla dewletê ve hatibû şewitandin û şêniyên gund hatibûn koçberkirin. Begê Yaramiş a ku piştî 20 salan dîsa vegeriya ser xaka xwe destnîşan kir ku ew gundê xwe ji nû ve ava dikin.
 
Li ser erdnîgariya Rojhîlata Navîn gelek bîr û baweriyên cuda hene. Lê bele tevî dewlemendiya xwe ya ji aliye etnîkî ve hin netew û civak li ber xetereya tunebûnê ne. Yek ji wan civakan jî Keldanî ne. Herçend ku Keldanî jî ji Suryaniyan tên hesibandin Gelê Kildanî, jî ji ber mezhebên xwe ji alîgirên Dêra Suryanî ya Rojhîlatê cuda ne. Piraniya xelkên Kildanî li bajarên Kerkûk, Hewlêr û Mûsilê, li gelîyên Dîcle û Zapê û li çiyayên Kurdîstanê bi cih û war bûne. Her wiha li aliyê Surîyê, Rojava û Ewropayê jî  Kildaniyên bi cîh bûne hene.
 
Li bakûrê Kurdîstanê jî di salên 90’î de ji êrîşên dewleta Tirk yên li ser Gelê Kurd, valakirin û şewitandina gundan Keldaniyan jî para xwe girt û gelek Keldanî ji neçarî ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Gundê Geznexê yê Şirnexê jî yek ji wan gundê ku ji hêla dewletê ve hatibû şewitandin e. Tevahiya şêniyên gundê Gezexê Keldanî bûn.  Piştî ku gund hate valakirin bi 20 salî ji Keldnaên  vegeriyane gund Begê Yaramiş a 60 salî ku 20 sal li Belçîkayê maye û vegeriya ser xaka xwe ye.      
 
‘Em gundê xwe ji nû ve dîsa ava dikin’
 
Begê, diyar kir ku bêrî nehatibûn koçberkirin jiyana wan a li gund bi aramî bûye û wiha behsa wê pêvajoyê kir: “Berê gundê me pir xweş bû. Hemû kes bi karê xwe re mijûl dibû. Debara gund bi sewalkarî û xebatên baxçeyê dibû. Têkiliyên şêniyên gund bi hev re germ bûn. Piştî ku gund hate valakirin hemû kes ji neçarî koçî deverên din bûn. Em jî bêrîya 23 salan ji gund derketin. Piştî ewqas salan dîsa vegeriyan ser xaka xwe û gundê xwe hêdî hêdî ji nû ve em gundê xwe ava dikin. Em bi salan bi hesreta xaka xwe man.”
 
‘Me çand û kevnoşopiya xwe parast’
 
Begê, destnîşan kir ku tevî ewqas salên li deverên biyanî dîsa jî çand û kevneşopiya xwe parastine û wiha got: “ Kildanî zêdetir li Iraq, Surîyê û li van deran henE. Yên gundê me jî çûne aliye Iraqê û heTa vê gavê jî li wir mane. Gundê me hemû kildanî ne. Çand û kevneşopiya berÊ çawa bû em niha jî bi heman şiklî berdewam dikin. Me çanda xwe ji bîr nekiriye. Rojên xwe yên taybet û pîrozbahiyên xwe me li koçberiyê jî kirin.  Zarokên me hemû zimanê daykê ji bîr nekirine. Her ku li ewropayê dixwînin jî bi me re bi zimanê dayikê diaxivin. Di çanda me de malbat ji bo parastina zimanê gelek jîr in.”
 
‘Gund û axa me xewnên me bûn’
 
Begê anî ziman ku ev gund dîroka wan e û destnîşan kir ku divê hemû bawerî li ser xaka xwe bijîn. Begê, got: “Ev milk ji bav û kalên me maye. Gund û axa me xewnên me bûn. Ewropa ji bo neteweyên din xerîbî ye. Ewqas em bi salan li wir man le me çand û baweriya xwe parast.  Gava ez dîsa hatim vê derê xwe wek li bihuştê hîs dikim. Bila pariyek nan û av bidin min lê ji welatên xerîb çêtir e. Divê hemû bawerî li ser xaka xwe bijîn.” 
 
‘Tûnebûyîna yekîtiyê di dilê me de ma’
 
Begê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîroka Keldaniyan kevnar e. Lê em ji hev belav kirin.   Her yek û mirovekê me belavî erdekê cuda bûn. Yekîtiya ku pêk nehat di dilê me de ma. Em hatin parçekirin. Lê belê niha hêdî hêdi xelkên vî gundî ji nû ve  tên ser xaka xwe. Em dixwazin hemû Keldanî bên ser axa xwe.”