‘Em li gel Salîha Aydenîz in’

  • 09:01 25 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Ayhan Akgul da zanîn ku di serî de hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz hemû jinên siyaseta demokratîk dimeşînin dibin hedefa desthilatdariyê û wiha vegot: “Salîha Aydenîz li dijî tahrîka giran a polîs parastina cewherî pêk aniye. Em wek meclîsa jinan a DBP’ê li gel hevseroka xwe ne.”
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in di bin tecrîda giran de ye di 12’ê Hezîranê de ‘Meşa Gemlîkê ya Mezin’ pêk hatibû. Di meşa pêk hat de di nav de parlamenter jî hebûn li gelek kesan hat xistin û li ser gotinên tahrîkar ên polîsan hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz parastina cewherî pêk anîbû. Lê piştî vê Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu di daxuyaniya ku dabû de Salîha hedef girt û  gotibû wê lêpirsîn bê vekirin.
 
Piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 15’ê Hezîranê de der barê Salîha Aydenîz de bi sûcdariya ‘li polîs mukavemet’ lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî der barê Salîhayê de bi îdiayên ‘mukavemetê polîs kirin’, ‘Heqeret lê kirin û birîndarkirin’, Meşa bê destûr’ fezleke amade kir û şand wezareta dadê. Heman rojê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag fezleke îmze kir û şand Serokomariyê. Piştî talîmara Erdogan fezleke şandin Komîsyona Tevlihev a Meclîsê. Komîsyonê jî  di 23’yê Hezîranê de ji bo destnedana Salîhayê rabe civiya. Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn Yusuf Beyazit yê AKP’yî serokatiya komîsyonê kir. 
 
Fezlekeyên ku bi mebesta rakirina parêzbendiya Saliha Aydenîz, bi hinceta muxalefeta li dijî Qanûna hejmar 2911 a Xwepêşandan û li ber rabûna polîsan hatine amadekirin. Dê Sarûhan Oluç di komîsyonê de der barê hewldana rakirina destnedana Saliha de biaxive. 
 
Piştî hevdîtinên di komîsyonê de dê Komîsyona Amadekariyê bê avakirin. Piştre jî dê der barê rakirin an jî nerakirina destnedana Saliha de rapor bê amadekirin û ji Komîsyona Têkel re bê şandin. Saliha divê di nava 7 rojan de li Komîsyona Amadekar parastina xwe bi devkî yan jî nivîskî bike. Saliha bi xwe jî dikare parastina xwe bike û dikare parlamenterekî jî ji bo parastina xwe peywirdar bike. 
 
Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Ayhan Akgul der barê nîqaşkirina destnedana Salîha Aydenîz de axivî.
 
‘Em li gel Salîhayê ne’
 
Ayhanê da zanîn ku di 12’ê hezîranê de li Gemlîkê ya Bursayê bi armanca protestokirina tecrîdê meşek pêk anîne û di dema meşê de polîsan bi awayekî tund mudaxale kiriye û got: “Dema hevseroka me Salîha Aydenîz parastina cewherî kir ev dîmen bi rayagiştî re hatin parvekirin lê dîmenên ku Salîha Aydenîz anîn wê astê tune ne. Ji ber ku wan bi zanebûn ev wisa kirin û tenê dîmenên Salîhayê parve kirin. Ew hêzên ewlehiyê bin jî tu kes nikare bi gotin û çalakiyan kesî tahrîk bike. Salîhayê li dijî tahrîka giran a polîsan parastina cewherî bi kar anî. Em wek meclîsa jinan a DBP’ê li gel hevseroka xwe ne.”
 
‘Bi şîdeta polîtîk a mêr re hatiye rû hev’
 
Ayhanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li ser siyasetmedarên jin polîtîkayeke reşkirinê tê meşandin û wiha vegot: “Meha borî li hember Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, tehdîda ‘ez ê te bizmar bikim’ hat kirin. Ev jî ji nîşaneya vê ye. Hevserokên me hedef tên girtin, ev encama zîhniyeta wan e. Sedema hedefgirtina Salîhayê jî ev e ku wek jinekê îradeya gel e. Ji ber vê bi şîdeta dewlet mêr re hatiye  rû hev.”
 
‘Em her tim dibin hedefa desthilatdariyê’
 
Ayhanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser nasnameya jinê û wiha dawî lê anî: “Jinên têkoşîna polîtîk didin her tim di hedefa desthilatdariyê de ne. Têkoşîna polîtîk a didin lîstikên mêr xera dikin. Êrîşa li hember hevseroka me li hember têkoşîna jinê ye. Em dibînin ku çapemeniya alîgir jî vê kampanya lînçê girantir dike. Jinên HDP û DBP’ê her tim di hedefa desthilatdariyê de bûn. Em ê wek meclîsa jinan a DBP’ê têkoşîna xwe her tim mezin bikin.”