ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'AN

  • 09:00 25 Hezîran 2022
  • Rojev
 
*Gundê Geznexê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ku aîdê Keldaniya ye, di salên 90’î de ji hêla dewletê ve hatibû şewitandin û şêniyên gund hatibûn koçberkirin. Begê Yaramiş a ku piştî 20 salan dîsa vegeriya ser xaka xwe destnîşan kir ku ew gundê xwe ji nû ve ava dikin. DÎMEN HEYE
 
*Yek ji damezerînera Platforma Jinan a Soke Tazegul Turkmen Kamîloglu da zanîn ku wê derfetên şaredariyê ji bo jinan bi kar bînin û wê qadên wek îstîhdam û stargehan ava bikin.
 
*Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Ayhan Akgul da zanîn ku di serî de hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz hemû jinên siyaseta demokratîk dimeşînin dibin hedefa desthilatdariyê û wiha vegot: “Salîha Aydenîz li dijî tahrîka giran a polîs parastina cewherî pêk aniye. Em wek meclîsa jinan a DBP’ê li gel hevseroka xwe ne.” DÎMEN HEYE
 
*Di rojên borî de serokê MHP’ê Cîhan Kayaalp bi îdaya tecawizî zarokekî 17 salî kiriye hat girtin. Têkildarî mijarê me mîkrafona xwe dirêjî şêniyên Amedê kir. Jinan bertekên xwe yên derbarê bûyerê de nîşan dan û bi taybetî jî ciwanan got: "Em partiyên bi vê hişmendiyê naxwazin. Ger mezinên me ji me hez bikin, divê di biryarên xwe yên hilbijartinê de baldar bin."DÎMEN HEYE