Li Muşê jinek hat qetilkirin

  • 11:40 24 Hezîran 2022
  • Rojane
MÛŞ - Li Mûşê jina bi navê H.G. ji aliyê mêrê bi navê K.G. ku pê re hatibû zewicandin ve  hat qetilkirin.
 
Jina bi navê H.G. (72) ku li Taxa Hurriyet a Mûşê dima, ji hêla  mêrê pê re hatibû zewicadnin ê bi navê K.G. (92) ve bi çekê hate qetilkirin. Piştî bihîstina dengê çekê, cîranên wan agahî dan hêzên ewlekariyê û polîs û komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Dema polîs û xebatkarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê jî dîtin ku H.G. hatiye qetilkirin. Cenazeyê H.G. ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. 
 
Li hêla din nehat zanîn bê ka K.G. hatiye girtin an na û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.