Meşvana Gemlîkê Burcugul Çubuk: Em destê kurdan bernadin

  • 09:05 24 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Meşvana meşa Gemlîkê Burcugul Çubuk da zanîn ku tevî êrîşa polîsan gel li her kolanên Kadikoyê li ber xwe daye û wiha got: “Her êrîşa li hember Rêberê Kurd li hember gel e jî. Dewlet peyama ‘dest nedin Kurdan hunê jî bişewitin’ didin me. Em jî dibêjin ‘Em destê Kurdan bernadin.’ Peyama herî esas a meşê ev bû.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sale didome û ev 15 mehe malbat û parêzer nikarin hevditinê bikin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe gelek bername û çalakî pêk tên. Di 12’ê Hezîranê de bi pêşengiya Kongreya Demokatîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (MED-TUHAD FED) bi şîara ‘li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em dimeşin Gemlîkê’ hat xwestin li Gemlîk a Bursayê meşek pêk bê.
 
Azadiya fîzîkî!
Ji gelek bajarên Tirkiyeyê bi hezaran kesî xwestin biçin Gemlîkê lê polîsan astengî derxist. Gel li dijî vê li cihên diman daxuyanî dan û çalakî pêk anîn. Li Kadikoy a Stenbolê jî tevî zextan meşek pêk hat û bi hezaran kesî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwestin.Meşê seranserê rojê berdewam kir û ji 70’ê zêdetir kes hatin binçavkirin. Yek ji kesên tevi meşê bû Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk bû.
 
‘Li her derê Kadikoyê gel hebû’
 
Burcugulê wiha dest bi nirxandina xwe kir: “ Li hinek cihan destur nedan wesayît derkevin rê. Wesayîtên wan hatin girêdan. Li Stenbolê  jî zexta polîsan zêde bû. Hewl dan nehêlin em daxuyaniyê jî bidin. Rêveberê saziyan nikaribûn bên gel hev. Em hinek li Kolana Serasker hinek li kolana Bahariye hatin binçavkirin. Li her derê Kadikoyê gel hebû. Gel di meşê de bi dirûşmeyan berxwedanek xurt nîşan da. Hemû tiştên qedexe dikin di alî xeta têkoşîna me de bi serkeftin encam dibe.”
 
‘Her êrîş di heman demê de li hember gel e’
 
Burcugulê destnîşan kir ku xeta rewabûnê ji aliyê desthilatdarî û polîsan ve nayê fêmkirin û ev tişt bi lêv kir: “Dema em di binçavan de bûn ewil Soylu piştre Erdogan daxuyaniyê didin. Lê ev daxuyanî ne zelalin.  Fêm nakin em bi mafdarî bi xwe û hêza xwe bawerin. Ev bi salane bi faşîzmê nikaribûn me biçewisînin. Ev tiştekî zelal e, her êrîşa li hember Rêberê Gelê Kurd di heman demê de li hember gel e jî.”
 
‘Xwedîderketinek cidî heye’
 
Burcugulê destnîşan kir ku xwedîderketineke xurt li Rêberê PKK’ê tê kirin û di vê mijarê de jî wiha  anî ziman: “Ev saleke tecrî didome, qada siyasetê tê tengkirin û dibêjin qey wê gel dest ji Ocalan berdin. Lê ne wisa ye. Gel bi awayekî cidî xwedî li Abdullah Ocalan derdikevin. Di dema êrîşa li hember Başurê Kurdistanê de  jî di meşa gel de me ev dît. Di çalakiyên li Ewropa û li gelek deverên cîhanê de jî me ev dît. Êrîşa polîsan a li hember meşê ji aliyê gel ve nehat qebûlkirin. Mijara esas jî ev e. Gelek kesî girtin û binçavkirin da ber çavan û hatin meşê. Gelê Kurd tu car tenê nayê hiştin. Qedera me bi Gelê Kurd re hemane. Me di doza Kobanê de dît. Ev êrîş li hember hemû kesî bû. Beriya meşê li hember HDK’ê operasyon pêk hat. Sosyalîst û welatparêz hatin girtin.”
 
Peyama meşê
 
Burcugulê daxuyakirin ku dewlet bi salane peyamê dide û dibêje ‘dest nedin kurdan hunê jî bişewitin’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî dibêjin ‘Em destê kurdan bernadin’. Em vî mafê wan rewa dibînin û bi hev re dimeşin. Peyama esas a meşê jî ev bû. Peyama ‘tevî hemû êrîşan wê têkoşîna yekbûyî qezenc bike’ hat dayîn. Em ê bi hev re qezenc bikin. Hun nikaribin me ji axa me bikin, hunê nikaribin me têk bibin. Em faşîzmê bi têkoşîna xwe ya yekbûyî têk bibin. Peyama esas ev bû. Em wek Hêza Têkoşîna Yekbûyî (BMG) di Meşa Gemlîkê de bûn. Ev êrîş li hember têkoşînê bû. Em dixwazin bi çîna karker û Gelê Kurd re şoreşê rêxistin bikin. Dema em di binçavan de bûn zarokekî ku tîşortê Demîrtaş li xwe kiribû bi dayika xwe re hatibû binçavkirin. Dema em binçavan de bûn 10 kes ji ber rengên kesk, sor û zer li xwe kiribûn hatin binçavirin. Dema em binçavan de bûn Restorana Somaliyiyan a li Enqereyê ji ber rengên netewî hat girtin. Lê li dijî van êrîşan bi înyad em ê têbikoşin.”