Jinên Efrînî: Bi êrişên nû dîsa dixwazin şêniyên li Şehbayê bikin koçber

  • 09:03 24 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Sîdra Mamo 
 
ŞEHBA - Jinên Efrînî yên koçber û niha li Wargeha Vegerê ya navçeya Şêrewaya Efrînê dimînin diyar kirin ku êrîşek nû ya li ser herêmê wê bibe sedema koçberiyek nû û wiha gotin: " Çawa ku di şerê Efrînê de dewleta tirk a dagirker her tim sivîl hedef girt, niha jî li vê derê ew siyaseta xwe ya qirêj li ser herêmê didomîne. Dewleta tirk ger dîsa êrîşî vê derê bike, wê ev şer bibe sedema koçberiyek nû."
 
Ji 18'ê Adara 2018'an ve dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn bi temamî dagir kirin. Ji be vê yekê gel neçar ma berê xwe bidin Kantona Şehbayê, lê belê ji roja dagirkirina Efrînê û heya niha rojane Kantona Şehba û navçeya Şêrewa ya Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve tên bomberankirin. Her wiha di demên dawî de dewleta tirk biryara operesyonek nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû. Ji be vê yekê rojane sivîl dibin qurbaniya topên dewleta tirk û komên girêdayî wê. Ji bo vê jî ger operesyonek nû li ser herêmê dest pê bike wê dîsa bibe sedema koçberî û kuştina sivîlan. Ruxmî vê yekê jinên Efrînê yên koçber ên li Wargeha Vegerê ya navçeya Şêrewaya Efrînê dimînin ji ajansa me re axivîn û teqez kirin ku wê berê xwe nedin herêmên din û wê li berxwe bidin da ku dîsa vegerin Efrînê.
 
'Êrîşek nû wê bibe sedema koçberiya bi hezaran Efrîniyan'
 
Fatma Osman a ji navçeya Reco, niha li Wargeha Vegerê ya navçeya Şêrewaya Efrînê dimîne diyar kir ku ger êrîşek li ser herêmê çêbibe wê bibe sedema koçberiyek nû û wiha anî ziman: "Ev 4 sal in em ji cih û warê xwe koçber bûne, lê ev 4 sal in jî topên dewleta tirk a dagirker li ser me ranewestîne. Di van demên dawî de jî dewleta tirk gef û êrîşên xwe li ser herêmê bê navber didomîne. Bi van gef û êrîşan sivîlan dike hedefa xwe. Dewleta tirk ger dîsa êrîşî vê dere bike, wê ev şer bibe sedema koçberiyek nû, lê tu deverên bi ewle nema em berê xwe bidin wê derê. Mayîna me ya li herêma Şehbayê ji bo vegera Efrînê ye, ji ber vê sedemê em naxwazin şerekî din biqewime û em ji vê derê koç bibin."
 
'Sivîl dibin qurbaniya şer'
 
Fatma da zanîn ku ger êrîşek nû li ser herêmê biqewime wê sivîl bibin qurbana şer û wiha bi lêv kir: "Çawa ku di şerê Efrînê de dewleta tirk a dagirker her tim sivîl hedef girtin, niha jî li vê derê ew siyaseta xwe ya qirêj li ser herêmê didomîne. Ji ber vê yekê em dixwazin ku ev şer bê rawestandin û em vegerin ser axa xwe. Ji ber vê yekê ger êrîşek nû li ser herêmê çêbibe wê dîsa sivîl bibin qurbaniya topên dewleta tirk a dagirker."
 
'Divê civaka navneteweyî helwestek rast nîşan bide'
 
Fatma daxwaz kir ku dewleta tirk ji Efînê derkeve ji bo ku vegerin ser axa xwe û got sekna wan a li Şehbayê ji bo vegera li ser axa Efrînê ye û wiha domand: "Em daxwaz dikin ku dewleta tirk ji Efrînê derkeve û em vegerin welatê xwe. Her wiha daxwaza me ji civaka navneteweyî, ew e ku helwestek rast li beramberî êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker li herêmê, nîşan bidin. Ji ber mafê me ye em jî weke gel li ser axa xwe bijîn. Ji bo vê divê kesên berpisyar zextê bidin ser dewleta tirk da ji Efrînê derkeve û ev alozî bê çareserkirin. Ji ber vê yekê bila baş zanibin ku ji bo rizgarkirina Efrînê a ji dagirkeran em li vê derê ne."
 
'Sekna me ya li Şehbayê, hêviya vegera Efrînê ye' 
 
Gulê Bekiro ya ji gundê Beradê yê navçeya Şêrewaya Efrînê ya li Wargeha Vegerê dijî teqez kir ku ew nahêlin armanca dewleta tirk a dagirker pêk werin û wiha got: "Em li Wargeha Vegerê dijîn, lê jiyana me di metirsiyê de ye ji ber ku wargeha me nêzî çeperên şer e. Ji roja ku em ji Efrînê koçber bûne û heta niha topên dewleta tirk her tim li derdora wargeha me dikevin, bi taybet di nav demên dawî de. Armanca wan diyar e, dixwazin me dîsa koç bikin. Bi êrişên nû dîsa dixwazin şêniyên li Şehbayê bikin koçber. Rast e ku her tim sivîl dibin qurbaniya topên dewleta tirk lê dîsa jî em ji vê derê dernakevin, ji ber ku her tim hêviya me vegera Efrînê ye. Ji ber vê jî ji bilî Efrînê em berê xwe nadin tu deverên din. Em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û em tu car erdê xwe ji dagirkeran re nahêlin."