Ji bo 3 jinên siyasetmedar li Şehbayê meş hat lidarxistin

  • 08:08 24 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo bibîranîna 3 jinên têkoşer ên di komkujiya Helenceyê de hatin qetilkirin meşek girseyî li dar xist.  
 
Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo bibîranîna komkujiya Helenceyê meşek girseyî ji destpêka gundê Babinêsê heya qada bazarê ya gundê Babinês a navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li dar xist. Di meşê de hemû jinên Efrîn û Şehbayê beşdar bûn. Di meşê de alên Rêxistina Kongreya Star, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û wêneyên pekrewanên jin hatin hildan. Meş bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyê azadiyê dest pê kir.
 
‘Dijmijn her tim jinên leheng hedef digire’ 
 
Endama Koordinasyona Kongreya Starê ya Efrînê Gulê mihemed têkildarî komkujiya Helenceyê wiha got: "Di destpêkê de em sê jinên berxwedêr ku gihaştin asta şehadetê bi rêzdari bi bîr tînin. Îro em dibînin ku dijminê dagirker bi awayekî hovane erîşî gelê kurd û jina kurd a ku li doza azadiyê digere hedef digire. Dijmin dixwaze her tim jinê bike kole bi taybet di şexsê jina kurd de. Ji ber vê yekê dewleta tirk sê jinên leheng ku lêgervanên azadiyê bûn hedef girt. Em li hember dagirkeriyê serî hildidin û em dibêjin ku tu kes nikare me têk bibe. Ji ber ku me fikir û felsefa Rêber Apo nas kiriye û em li pey wî dimeşin. Ji ber vê jî em dibêjin weke jinên kurd û rexistina jinê em ê tola şehidên xwe hildin.” 
 
Meş bi dirûşmên " Jin jiyana azadiyê" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.