'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê: Divê tecrîd bê rakirin

  • 15:32 23 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Malbatên girtiyan li ber Edliya Bayrakliya Îzmîrê kombûn û ji bo rewşa girtiyên nexweş banga hişyariyê kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê 78 roj in didome. Çalakiya îro li ber Edliya Bayrakliya Îzmîrê pêk hat. Çalakvan pêşmalkên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî" hatî nivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên wek "Bila zindan hilweşin, ji girtiyan re azadî" û “Girtiyên nexweş rûmeta me ye" hatin berzkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê Buca û Karşiyaka û Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ên Îzmîrê ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn. 
 
Hevserokê HDP'ê ya Karşiyakayê Menfî Yilmaz, di çalakiyê de axivî û got: "Daxwaza edaletê daxwezeke herî xwezayî ye. Li vir li hemberî girtiyên nexweş êrişeke bi pergalî heye. Li Amedê rojnameger û siyasetmedar hatin girtin. Gelo sûcên wan çi bû? 5 sal in parêzer nikarin bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Birêz Ocalan ji bilî aştiyê tiştek negotiye. Divê her kes li hemberî rewşa girtiyan bi hestiyar be. 
 
Li ser navê înîsiyatîfê jî Ayhan Bakir axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Her roja ku derbas dibe rewşa girtiyên girtiyên nexweş dikeve xetereyê. Girtiyên ku divê bên berdan nayê berdan. Em dibînin ku dezgehên ku edaletê pêk bîne nîne. Heke li hemberî zilm û zextan deng neyê derxistin, dê tu carî edaleta rasteqîn pêk neyê. Em niha hewl didin ku bi çalakiyên 'Nobetên Edaletê' dengê xwe bilind bikin. Divê teqes tecrîd bê rakirin, girtiyên nexweş serbest bên berdan. Her wiha em ê têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna edaletê bidomînin."