MKGP û DFG: Em ê dewam bikin ku bibin dengê heqîqetê

  • 13:16 23 Hezîran 2022
  • Rojane
 
 
STENBOL - Bi pêşengiya MKGP û DFG'ê gelek rojnamegerên ku hatin gel hevdu ji bo 16 hempîşeyên xwe yên rojnameger ên li Amedê hatin girtin daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de banga têkoşîna hevpar hat kirin. 
 
Bi pêşengiya Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnemgeran a Dîcle Firatê (DFG) gelek rojnamegerên ku hatin gel hevdu ji bo 16 hempîşeyên xwe yên rojnameger ên li Amedê hatin girtin li Meydana Şişhaneyê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ANYAKAYDER), DÎSK, MLSA û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên rojnamegerên hatine girtin hatin hilgirtin. Her wiha pankarta "Çapemeniya azad nikare bêdeng bê hiştin" hat vekirin. Dowizên "Generalên biçûk ên Apê Mûsa li vir in","Pênûsa heqîqetê nayê şikandin","Em serî natewînin" hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên "Zext nikarin serî bi me bidin tewandin","Em bêdeng namînin natirsin serî natewînin" hatin berzkirin. 
 
Ji endamên MKGP'ê Dûrket Suren daxuyanî bi kurdî Diren Yurtsever jî bi tirkî xwend. 
 
Dûrketê bal kişand ser krîza birêvebirinê û wiha got:"Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku li welêt û li derveyî welêt krîza rêvebirinê dijî; amûrên şer, zext û zordariyê dixe meriyetê û dixwaze bi vê rêbazê xwe ji vê krîzê xelas bike, civakê biçewisîne. Hewl didin hemû derdorên ku van polîtîkayên wan red dikin û wekî wan nafikirin jî bi rêya darazê ya ku xistiye bin tehekûma xwe bixin bin kontrola xwe. Desthilatdariya ku hemû dengên li dijî krîza aborî, li dijî polîtîkaya wan a nirxên civakê dirizîne, li dijî siyaseta sûc, şer, şêlandin û talankirinê derdikevin ji bo xwe weke “dijmin” dibîne, êdî winda dike. Her ku winda dike jî amadekariyên xwe yên êrişan ên li dijî muxalîf û derdorên din zêdetir dike. Desthilatdariya ku hewl dide bi rêya şer û hilbijartinê desthilatdariya xwe mayînde bike, di pêvajoyeke wiha de armanc dike ku kesên li hemberî wan serî natewînin, yên ku li gel berdêlên giran jî li pey rastiyê digerin, di serî de çapemeniya azad, medyaya ku karê xwe li gorî rûmeta rojnamegeriyê dike û xwedî li mafê civakê ya agahîgirtinê derdikeve ku nikare têxe bin kontrola xwe biçewisîne, bitirsîne."
 
'Bi vê operasyonê xwestin dengê gelê kurd qut bikin'
 
Dûrketê bi lêv kir ku dixwazin dengê gelê kurd qut bikin û wiha domand:Ji ber van sedeman e ku di 8’ê Hezîranê de 20 kedkarên çapemeniya azad ên kurd hatin binçavkirin. Ew roj, weke şerm û qirêjiyeke mezin di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Saziyên ku tê de dixebitîn hatin dorpêçkirin, dest danîn ser alav û amûrên wan. 8 rojan di bin çavan de man û piştre jî 16 hevalên me bi awayekî neheq û derhiqûqî hatin girtin. Ew jî ne bes bû, çapemeniya AKP-MHP’ê hevalên me hedef girt! Em nakevin nava wê hewldanê ku bibêjin hevalên me rojnameger in. Jixwe ji ber ku rojnameger bûn hatin girtin. Pir aşkera ye ku li ser îdiayên bêbingeh û bi pevbestîneke mîna mîzansenê, operasyonek hatiye kirin. Ne tenê hevalên me hedef hatin girtin, ne tenê azadî û rojnamegeriya wan û ne tenê rojnamegerî hedef hatin girtin! Di esasê xwe de ji wê gelek zêdetir e. Bi vê operasyonê xwestin dengê gelê kurd ku hebûna wan tê înkarkirin, rastî her cureyên zext û zordariyê tên û ligel vê yekê jî têdikoşin, dengê hemû bawerî, dengê gelên bindest, dengê jin, zarok, ciwan û hemû derdorên li derveyî civakê hatine hiştin jî qut bikin da ku neyên bihîstin! "
 
'Em serî natewînin'
 
Dûrketê bi lêv kir ku ew bi hêztir dibin û wiha dewam kir:"Bêguman, em weke şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad, şopdarên Apê Mûsa, şopdarên Gurbetellî Ersoz ku bûne sembola rojnamegeriya serî natewîne, weke kedkarên birûmet ên çapemeniya azad, weke rêhevalên Cengîz Altûn, Ersîn Yildiz û hêj gelek ên din, di ferqa vê rastiyê de ne. Ji ber vê yekê em yek gavê paş de naavêjin, ligel hemû zextan jî her ku diçe em bihêztir dibin, zêdetir dibin û hîn bêtir xwedî li pîşeya xwe derdikevin. Mîna hevalên me yên hatine girtin..."
 
'Qanûna sansurê, dewamiya vê operasyonê ye'
 
Dûrketê wiha bi dawî kir:"Em li vê derê ne, dê li vê derê bin û hevalên me li hundir ango li derve dê dev ji nivîsandinê bernedin. Di nava xebatên çapemeniya azad de em ê bibin dengê wan û hemû civakê. Bi salan berê dema rojnameya Ozgur Ulkeyê hat bombekirin, manşeta ewil a rojnameyê ev bû: “Ev agir dê we jî bişewitîne.” Ev welat ji wê rojê heta niha dişewite. Me her tim got û em hê jî dibêjin: ev zextên heyî dê tenê bi çapemeniya azad re bisînor nemînin. Qanûna sansurê ya ku dixwazin îro bînin, berdewamiya vê operasyonê ye. Û dê berdewamiya wê jî were. Tekane rêya pêşîlêgirtinan ji piştevaniyê jî wêdetir têkoşîneke hevpar û birêxistinkirina dijderketineke hevpar e. Heta ku em hevalên xwe dîsa ji wan bistînin û azadiya çapemeniyê pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bêdeng nemînin!"
 
Her wiha endama Disk Basin-Îşê Candan Yildiz, Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu axivîn. 
 
Piştî axaftinan endama MGKP'ê Nişmiye Guler, da zanîn çapemeniya azad nikarin bêdeng bikin û got em ê nehêlin ev agir me bişewîtine. Nişmiye got heta hevalên me bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.