Komîsyona Têkel ji bo Saliha Aydenîz civiya

  • 12:37 23 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Komîsyona Têkel ku ji endamên Makeqanûn û Komîsyona Edaletê pêk tê ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz civiya. 
 
Komîsyona Têkel ku ji endamên Makeqanûn û Komîsyona Edaletê ya Meclisê pêk tên, bi mebesta rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz civiya. Ji bo rakirina parêzbendiya Saliha 5 fezleke hatine amadekirin. Serokatiya komîsyonê jî Serokê Komîsyona Makeqanûnê Yûsûf Beyazit ê AKP’î dike. 
 
Di komîsyonê de Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Komîsyona Edaletê Mehmet Rûştû Tiryakî, Zuleyha Gulum û Abdullah Koç û parlamenter Erdal Aydemîr û Pero Dundar jî amade bûn. Serokwekîlê Koma MHP’ê Muhammet Levent Bulbul jî beşdar bû. 
 
Di destpêka komîsyonê de parlamenterên HDP’ê daxwaza nîqaşa usûlê kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç di dema hevdîtinên komîsyonê de derheqê nîqaşa usûlê de wiha got: “Li gorî xala 63’yan a Rêziknameya Hundirîn di dosyayan de mijarên ne di dosyayên lêpirsînan de hene û bi sedema ku parlamenterên HDP’ê krîmînalîze dike, em dixwazin nîqaşa usûlê bê destpêkirin.” 
 
Serokê komîsyonê Yûsûf Beyazit nîqaşa usûlê da destpêkirin. Piştre jî Abdullah Koç mafê axaftinê girt û da zanîn ku tevahiya îdiayên di fezlekeyan de hatine kirin li gorî biryarên DMME û AYM’ê sûc nînin. Bi domdarî Abdullah ev tişt anî ziman: “Biryarên DMME’yê hene ku dibêje daxwaza bikaranîna mafê civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin. Her wiha biryarên binpêkirinê yên AYM’ê hene. Di fezlekeyan de mafê civîn û xwepêşandanan weke sûc hatiye nîşandan û ev yek li dijî Makeqanûnê ye. Divê ev dosya paşve bên kişandin.”
 
Komîsyon bi nîqaşên ser usûlê berdewam dike.
 
Fezlekeyên ku bi mebesta rakirina parêzbendiya Saliha Aydenîz, bi hinceta muxalefeta li dijî Qanûna hejmar 2911 a Xwepêşandan û li ber rabûna polîsan hatine amadekirin. Dê Sarûhan Oluç di komîsyonê de derheqê hewldana rakirina parêzbendiya Saliha de biaxive. 
 
Piştî hevdîtinên di komîsyonê de dê Komîsyona Amadekariyê bê avakirin. Piştre jî dê derheqê rakirin an jî nerakirina parêzbendiya Saliha de rapor bê amadekirin û ji Komîsyona Têkel re bê şandin. Saliha divê di nava 7 rojan de li Komîsyona Amadekar parastina xwe bi devkî yan jî nivîskî bike. Saliha bi xwe jî dikare parastina xwe bike û dikare parlamenterekî jî ji bo parastina xwe peywirdar bike.