Li ber Dadgeha Bilind banga 'Em dev jî Peymana Stenbolê bernadin'

  • 11:58 23 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Nûnerên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên jinan ji bo şopandina danişîna doza betalkirina Peymana Stenbolê li ber Dadgeha Bilind kom bûn û daxuyaniyek dan û gotin: "Em dev jî Peymana Stenbolê bernadin. Em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin."
 
Derbarê biryara betalkirina Peymana Stenbolê serî li Dadgeha Bilind hatibû dayîn. Îro 4'emîn danişîna dozê tê dîtin. Partiyên siyasî û nûnerên sazî û rêxistinên jinan li ber Dadgeha Bilind kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokrat a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, CHP, Halkevi, Seroka Yekitiya Tabibên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, Platforma ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK), jinên endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Polîsan nehişt ku jin li baxçeya Dadgeha Bilind daxuyaniyê bidin. Ligel astengiya polîsan jinan li peyarêya li ber Dadgeha Bilind daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de welatiyek bi îdiaya "Heqaret li polîsan kiriye" hat binçavkirin. Di daxuyaniyê de jinan pankart û dowîzên wekî "Em dev jî Peyman Stenbolê bernadin", "Serî rakirina jinan didome", "Peymana Stenbolê dide jiyin" û "Qanûnên heyî pratîze bike" vekirin. Her wiha dirûşmên wekî "Jin bêdeng nabin", "Peymana Stenbolê dide jiyîn", "Roj bê dê AKP hesabê bide" û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Ji EŞÎK'ê Tulîn Eraslan axivî û got: "Dîroka danişînê ji gelek saziyên jinan re nehat ragihandin. Biryara serokkomar li dijî wekhevî, demokrasî, edalet û têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinan wek darbeyek bû. Ev biryara ku hatî dayîn me bandora wê di danişîna doza Pinar Gultekîn de dît. Jiber ku mêr bû cezayê wî hat daxistin. Ji bo ferdên malbatê û Cemal Metîn Avci, jî ji ber alîkarî û ji holê rakirina delîlan xelat hat dayîn. Em jin carek din dibêjin ji bo doz carek din bê dîtin em ê di nav tevgerê de bin. Em ê heta dawiyê têkoşÎna xwe bidomînin." 
 
Li ser navê Komeleya Lêkolîna Hiqûqa Makeqanûnê ya Navneteweyî ya Jinan Nurhan Demîrtan jî wiha bal kişand ser biryarê û wiha axivî: "Biryara betalkirinê li dijî qanûn û makeqanûnê ye. Em ê ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Li ser navê jinên li Çanakkaleyê jî Încî Însesogut axivî û diyar kir li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê înîsiyatîfek hat avakirin û wiha bi lêv kir: "Bi rojan em li qadan bûn. Me bi hezaran îmze kom kir. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em dev jî peymanê bernadin." 
 
Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncancî jî di daxuyaniyê de wiha nêrînê xwe anî ziman. "Em wek bijîşk û TTB'ê, di nav mekanîzmaya piştevaniyê de cih digirin. Ji bo tenduristiya gel, li dijî şîdet û zayendperestiyê divê em têbikoşin. ŞONÎM nikare me biparêze. Me di biryara Pinar Gultekîn de dît ku nikarin me biparêzin. Em ê ji bo pratîzekirin Peymana Stenbolê di nava têkoşînê de bin." 
 
Li ser navê TMMOB'ê jî Buket Çelîk axivî û got: "Makeqanûn her tim mafê me îhlal dike. Niha hewl didin ku jinê tune bihesibînin û dengê jinan qut bikin. Peymana Stenbolê şev nîvê şevê hat betalkirin. Kesên ku peyman betalkir, hevkarê kujera ne. Em polîtîkayên ku dibe sedema kuştin û şîdeta li hemberî jinê qebûl nakin."
 
Seroka Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestinîn Gulsum Kav jî bertekên xwe wiha anî ziman: "Em ji bo maf û jiyana xwe biparêzin kom bûn. Hûn nakirin mafeke wisa gerdûnî di qadeke biçûk de bi sînor bikin. Em ê parastina Peymana Stenbolê li her qadê bikin." 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî di daxuyaniyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi mehane jin li kolanan bertekên xwe li hemberî betalkirina Peyman Stenbolê tînin ziman. Em her tim girîngiya peymanê tînin ziman. Mînaka wê jî di danişîna doza Pinar Gultekîn de derket holê. Li vî welatî her roj jinek tê qetilkirin. Em wek HDP dibêjin em ê parastina Peymana Stenbolê bikin û em ê ji bo pratîzekirin peymanê li ber xwe bidin." 
 
Seroka Baskê Jinan a CHP'ê Aylîn Nazliaka jî wiha axivî: "Bi gotina kesekî peyman hat betalkirin. Gelek sazî û dezgeh li dijî betalkirinê serî li Dadgeha Bilind da. Lê belê Dadgeha Bilind li hemberî bêhiqûqiyê deng nekir. Ji roja ku peyman hat betalkirin heta îro 500 xwişkên me hatin qetilkirin. Em îro carek din bang li Dadgeha Bilind dikin ku li dijî bêhiqûqiyê bêje bes e." 
 
Piştî daxuyaniyê jin beşdarî danişînê bi bo beşdarî danişînê bûn.