Xizmên Girtiyan: Berxwedan jiyan e

  • 11:58 23 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Malbatên girtiyan ên ku bi daxwaza bila girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ji br Edliyeya Amedê bang kirin, gotin, "Berxwedan jiyan e."
 
"Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan hatibû destpêkirin, îro jî li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. 
 
Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER),  (MED TUHAD -FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Bi Xizmên Girtiyan re (TUAY -DER) ê jî piştgirî dan malabtan. 
 
'Berxwedan jiyan e'
 
Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada ya ku bi spaskirina kesên tevli çalakiya wan bûn dest bi axaftinê kir, bang li Wezîrê Edaletê kir û got ku van bêhiqûqiyan bi dawî bikin .Reşahat diyar kir ku ew ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin û wiha berdewam kir, " Zarokên me tiştekî xirab nekirin, ji bo çand ziman û axa xwe têkoşîn dane û ji ber vê girtî ne. Zarokên me li ber xwe didin û em ê jî li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e."
 
Çalakî bi dirûşma "Heq hiqûq edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.