ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 23 Hezîran 2022
  • Rojev
* Endama Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek derbarê polîtîkayên îktidarê yên li dijî jinan wiha got: "Îktidar dixwaze li gor xwe teşe bide civakê. Bi zimanê xwe yê cudakar û zayendperest re dibe sedema zêdebûna tundiyê. Lê belê jin li dijî vê têdikoşin. Wê bi mezinkirina tora xwe ya têkoşînê jî biguherin." DÎMEN HEYE
 
*Nivîskar û aktîvîsta Elewî Gulfer Akkaya daxwazên xwe yên ji bo welatîbûna wekhev anî ziman û got: “Elewî ji xwe hene. Divê bên dîtin û qebûlkirin. HDP li dijî nefretê têdikoşe. Em dikarin bi hev re jiyanek wekhev bihûnin.” BI DÎMEN
 
*Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk ku 8 rojan di binçavan de ma, der barê hevalên xwe yên hatine girtin de axivî û got: “Li hember me çapemeniya alîgir ya wek artêşekê ye heye. Lê dîsa jî hêza me wan ditirsîne û ji ber vê jî êrîşan pêk tînin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Sultan Xişo, têkildarî kar û xebatên weqfê de her wiha projeyên ku pêşkêşî jinan dike nirxandin kir û wiha got: "Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi nasnameya jinê projeyên xwe pêş xist. Loma li ser daxwaza jinan û kombûna jinan hat avakirin. Armanca me ya esasî ew e ku em bikaribin ji jin û zarokên ku di şer de zirar dîtine bibin alîkar. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê nasnameya jinê ye." DÎMEN HEYE
 
*Dadgehê ji bo gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn qetil kir, ‘daxistina tehrîka bêmaf’ pêk anî û ceza daxist 23 salan. Parêzer Kubra Denîz Çelîk bertek nîşanê biryara dadgehê da û got ji vir şûnde wê li gorî biryara îstînafê nexşerêya xwe xêz bikin. Kubrayê bang li hemû jinan kir û got: “Bêdeng nemînin, piştguh nekin, xwe biparêzin, werin em bi hev re çi ji destê me tê bikin.” DÎMEN HEYE