Li Kobanê 3 jinên têkoşer hatin bibîranîn

  • 08:02 23 Hezîran 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê, ji bo bibîranîna her sê jinên têkoşer Zehra, Hebûn û Dayika Emîne li Muzexaneya Helincê find pêxistin. 
 
23'yê Hezîranê dewleta tirk êrîşî gundê Helincê yê Kantona Kobanê kir û di encamê de ji Koordînasyona Kongreya Star a Firatê Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Her sê jinên pêşeng li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn. Do bi şev jî li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişlo û li Şehbayê her sê jinên pêşeng hatin bibîranîn. 
 
Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê, li Muzexaneya Helincê ji bo bibîranîna pêşengên civakê find pêxistin. Di Muzexaneyê de wêneyên Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Dayika Emîne Weysî, her wiha gul û alên Kongereya Star hatin daliqandin. Her wiha bi dehan ji malbat, endamên Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser beşdar bûn. Piştî wê dayikan dest bi pêxistina findan kirin.
 
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.