Şandeya HDP'ê li Beyrûdê hevdîtin kir

  • 16:06 22 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Şandeyeke ku ji Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tulay Hatîmogullari û Garo Paylan pêk dihat bi armanca hevdîtinan çû Beyrûdê û bi gelek rojnameger, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran re hatin ba hev. Di hevdîtinê de şandeyê bal kişand ser xwişk û biratiya gelan.
 
Şandeyeke ku ji Cîgirên Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari û Garo Paylan pêk dihat, li paytexta Lubnanê ya Beyrûdê bi gelek rojnameger, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran re hevdîtin kir. 
 
Di hevdîtinê de geşedanên li Tirkiye, Lubnan, Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur hatin nirxandin. Di hevdîtinê de Tulay û Garo nêrîn û pêşniyarên HDP’ê yên derheqê mijarê de anîn ziman. 
 
Her wiha bandora şer û pevçûnên li Sûriyeyê yên li ser herêmê jî hatin nirxandin. Rola AKP’ê ya di şerê li Sûriyeyê de, bêkarî, xizanî û koçberiya li herêmê zêde dibe, geşedanên li Lubnanê diqewimin, pirsgirêka kurd û filistiniyan çende mijarên sereke yên civînê bûn. Di nirxandinan de hat gotin ku ji bo çareserkirina van aloziyan têkoşîn û piştevaniyeke hevpar pêş dikeve. 
 
Xwişk û biratiya gelan
 
Hinek tespîtên di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de derketin pêş wiha ne: "Hinek derdorên berjewendîperest ji bo ku ol, mezheb û gelên herêmê bi hev bidin qirkirin, nîjadperestî û neteweperestiyê sor dikin. Ev lîstikên xwînî dikare bi piştevanî û têkoşîna hevpar a gelên Rojhilata Navîn vala bê derxistin. Siyaseta desthilatdariya li Tirkiyeyê ya Osmaniya Nû û dijminatiya wê ya li hemberî kurdan, hem ziyanê digihîne gelên Tirkiyeyê û hem jî digihîne yên herêmê. Di çarçoveya geşedanên dawî de hewce ye xwişk û biratiya gelên kurd û ereb were pêşxistin û ev yek ji bo herêmê gelek girîng e." 
 
Rojhilata Navîn a demokratîk ne xeyal e
 
Têkoşîna li dijî otorîterbûna li herêmê gelek girîng e. Qebûlkirina nasnameyên olî, nasname û çandî û pêşxistina azadiyê dê rê li ber kêmbûna pirsirêkên herêmê veke û jiyana hevpar jî xurttir bike. Qebûlkirina mafên neteweya demokratîk û hemwelatiya wekhev dê ji bo demokratîkbûna seranserî herêmê bibe gaveke gelek mezin. Mayîndekirina feraseta azadîxwaziya jinê dê bibe mifteya veguherînên li herêmê. Rojhilata Navîn a demokratîk ne xeyal e. Di mijara behsa xeberê de HDP girîngiyê bi guftûgo û têkoşîna hevpar a bi derdorên siyasî û civakî yên li herêmê re dide.”