Taximê futbolê yê jinên li Iraqê gihîşt nîvfînalê

  • 11:59 22 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Taximê futbolê yê jinên li Iraqê gihîşt nîvfînalê. Di nava vî taximî de 9 jinên kurd jî hene û ev taxim gihîşt nîvfînala tûrnûvayên Şampiyoniyê ya Rojavayê Asyayê.
 
Taximê futbolê ya jinên Iraqê di lîstoka dema yekem a tûrnûvaya Rojavayê Asya ku li bajarê Cedî ya welatê Sûdî hate li darxistin, li beramberî taximê Filîstînê bi 7-0 serkeftin bi dest xistin û gihiştin tûrnûvaya nîvfînalê.
 
Taximê jinên Îraqê hêza xwe di lîstokê de nîşan dan û hêza jinên welatên di nava du rûbarên Mezopotamya raxistin ber çavan. Taximê ku di salê borî de nekarî vê serkeftinê bi dest bixe, îsal bi taximê futbolê ya jinên Iraqê ku tê de 9 lîstokvanên kurd hene û kabîna wan jî kurd e, yekem car e ku digihe vê qonaxê.
 
Golên taximê ji aliyê teberîk Xezawî ve hate hejmartin û sê gol ji aliyê Dêrîn Mele Bekir ve hate avêtin û her wiha Şoxan Salih û Lanya Salih dû golên dinê avêtin.
 
Hilibijartinên Iraqê ji sê qonaxan pêk tê heta ku bigihêje qonaxa berî fînalê ya tûrnûvayê.