Li Mêrsînê 8 kes hatin girtin

  • 09:29 22 Hezîran 2022
  • Rojane
MÊRSÎN - Ji 28 kesên ku li Mêrsînê hatibûn girtin 8 jê bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 
 
Di 11'ê hezîranê de navenda wê Mêrsîn li Edene, Kutahya, Amed û Çewlikê operasyoneke binçavkirinê hatibû lidarxistin û polisan 28 ciwanan binçav kiribûn. Îfadeyên ciwanan ên li emniyetê duh bi dawî bûn. Ji ciwanên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 8 jê bi şertê kontrola edlî 20 jê jî bi angaşta "endamtiya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" biryara girtina 8 ciwanan da û 20 ciwanan jî bi şertê kontrola edlî berda.