ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 22 Hezîran 2022
  • Rojev
*Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu derbarê girtina 16 rojnamevanan de nirxandin parve kir û got: "Ev êrişên pêk tên ne nû ne. Lê belê berxwedana çapemeniyê ev 30 sal in domdar e. Îktidara dixwaze bi bêdengkirina çapmeniyê û civakê re îqtidara xwe li ser lingan bihêle wê negihêje armanca xwe. Em bêdeng nabin em ê li vir bin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka PADÊ Zehra Silêman, diyar kir ku piştî DAÎŞ’ê îro Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Gelê Êzîdî dimeşîne û destnîşan kir ku Tirkiyê armanc dike ku civaka êzîdî tune bike. DÎMEN HEYE
 
*Parêzera OHD'ê Elîf Taşdogan, bal kişand ser rewşa  diyar kir ku beyî tetkîk bên kirin Aysel Tugluk tenê derxistine pêşberî heyetê û got: "Aysel li girtîgehê xwe ewle hîs nake û nexweşiya wê pêş dikeve."
 
*Nûçegihana Ronahî Tv'yê Raperîn Elî li ser herêmên hatine dagirkirin û bûyerên li wir rojane diqewimin, axivî. Raperînê da zanîn li Efrîna ji cihên hatine dagirkirin e jiyan li jinan bûye dojeh û wiha got:"Şêniyên li herêmên dagirkirî bi tirsa dizî tecawiz û tundiyê dijîn."
DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Rûşen Seydaoglu ku di pêvajoya girtin û binçavkirina rojnamegeran de şahidî kir wiha got: "Ji bo kesên mane, lê ne tenê çapemeniya azad,  ji bo kesên rûmeta pîşeya rojnamegeriyê dimeşînin, ji bo jinan, partiyên siyasî û ciwanan, hiqûqnasan, piştevaniyek bi rûmet û têkoşîn dimîne." DÎMEN HEYE
 
*Parezêr Zîlan Usman Heme, balê kişand ser biryara qedexekirina wêşandina nûçeyên kuştin û xwe kuştina jînan û destnîşan kir ku hikûmet bi vê yekê armanc dike ku dengê jinên tundî li wan tê kirin û tên kuştin û bi tevahî qût bike.