'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 470 roj in didome

  • 12:13 21 Hezîran 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 470 roj in didome. Malbatê îro ev peyam parvekir: "Ji bo bêedaletî û zilma ku em dijîn kesên din nejîn 470 roj in em li ber derê edliyeyê radiwestin."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'an de li ber derê Edliyeya Rihayê dest pê kir, di roja 470'yî de didome. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû bê ber edliyeyê û nobeta xwe li mala wan a navçeya Pirsûsê didomîne. Kurê wê Ferît Şenyaşar, hat ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kir. Kesên ku rêya wan bi edliyeyê dikeve Ferît Şenyaşar xwe digihîne wan û serboriya malbata xwe ji wan re vedibêje. 
 
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal  jî ev parvekirin kir: "Li dijî gotina 'kesên ku herî zêde jiyane êşa bêedaletî û zilmê dizanin'; ji bo bêedaletî û zilma ku em dijîn kesên din nejîn 470 roj in em li ber derê edliyeyê radiwestin. Em ji vir rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin wijdan û edaletê."