Bi girtin û binçavkirinan polîtîkaya weşana Jinnewsê lêpirsîn kirin

  • 09:12 21 Hezîran 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Di rojên borî de midûra nûçeyan a ajansa me Safiye Algaş jî tê de 16 rojnameger hatin girtin. Parêzerê dosyayê Resul Temur got: “Jinnews ji roja dest bi weşanê kiriye di bin gelek sernavan de îmze avêtiye hezaran nûçeyî. Lê di nava van de 20 an jî 30 nûçe hilbijartine û bi îdiayên wekî ‘hûn her tim van nûçeyan çêdikin’ Safiye Alagaş û polîtîkaya weşanê ya Jinnewsê lêpirsîn kirine.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin û 8 rojan bin çavan de man. Di 15’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine, hatin girtin. Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. 
 
Parêzer Resul Temur da zanîn ku rojnameger tenê ji ber faliyetên rojnamegeriyê hatine girtin û der barê pêvajoyê de agahî da.
 
‘Nûçe kirin hinceta girtinê’
 
Resul destnîşan kir ku piştî 8 roj binçavkirinê şûnde rojnameger derxistine edliyeyê û hatine girtin. Resul wiha dirêjî dayê: “Nûçeyên çêkirine, zimanê bikaranîn, ajansa têde dixebitin, TV û polîtîkayên weşane hatine pirsîn. Yek ji kesên hatiye binçavkirin û girtin jî midûra nûçeyan a Jinnewsê Safiye Algaş bû. Safiye di şexsê Jinnewsê de hatiye binçavkirin. Operasyona li hember Safiyeyê di esasê de li hember Jinnewsê ye.  Hemû metaryalên di faliyetên rojnamegeriyê de hatine bikaranîn jî hatine girtin û ev jî parçeyeke operasyonê bû. Pirsên hatine pirsîn ji nûçeyên hatine çêkirin pêk dihat. Jinnews ji roja dest bi weşanê kiriye di bin gelek sernavan de îmze avêtiye hezaran nûçeyî. Lê din ava van de 20 an jî 30 nûçe hilbijartine û bi îdiayên wekê ‘hun her tim van nûçeyan çêdikin’ Safiye Alagaş û polîtîka weşanê ya Jinnewsê lêpirsîn kirine.”
 
‘Pirsên hatine pirsîn ne hinceta girtinê ne’
 
Resul di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ligel Safiyeyê, rojnamegerên din yên hatine girtin jî ji ber faliyetên rojnamegeriyê hatine girtin û wiha daxuyand: “Di nava van faliyetan de sernavên nûçeyan, mijarên hatine hilbijartin, qadê têde xebitîne hatine pirsîn. Wek Safiyeyê rojnamegerên din jî li ser hinek sernavan hedef hatine girtin û lêpirsîn hatine meşandin. Lê tê zanîn ku Safiye jî û rojnamegerên din jî di gelek mijaran de mijarên rojane nirxandine, nîqaşkirine û nivîsîne. Ji ser pirsên ku emniyet û dozgeriyê pirsîne, em binirxînin tu rojnamegerek divê neyê lêpirsînkirin. Nûçeyên hatine çêkirin û pirsên hatine pirsîn dikare rayedarên dewlet, merciya lêpirsînê û polîsan nerehet bike. Lê ev nerehetbûna wan mafê ku pêşî li girtina nûçeyan bigire nade wan.”
 
Resul dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku derbarê rojnamegerên hatine girtin de wê îtîrazên xwe bikin.