ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN

  • 09:00 21 Hezîran 2022
  • Rojev
* Parêzvana mafên jinan Şoxan Salîh Mîrza, destnîşan kir ku ji ber êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û geşedanên siyasî jin ji mafên xwe yên heyî bêpar dimînin û got: "Li herêmê kujer û êrişkarên jinan nayê darizandin. Tiştên ku jin dijîn dernakevin holê. Divê derbarê parastina mafên jinan de xebatên cidî bên kirin."  
 
*Endama Basin –ÎŞ’ê Dîlek Gul, bertek nîşanî girtina 16 rojnamegeran da û got: "Hempîşeyên me bêyî ku sûcek wan hebe hatine girtin. Em girtiyan rojnamegeran qebûl nakin." BI DÎMÊN
 
* Di rojên borî de midûra nûçeyan a ajansa me Safiye Algaş jî tê de 16 rojnameger hatin girtin. Parêzerê dosyayê Resul Temur got: “Jinnews ji roja dest bi weşanê kiriye di bin gelek sernavan de îmze avêtiye hezaran nûçeyî. Lê di nava van de 20 an jî 30 nûçe hilbijartine û bi îdiayên wekî ‘hûn her tim van nûçeyan çêdikin’ Safiye Alagaş û polîtîkaya weşanê ya Jinnewsê lêpirsîn kirine.”