TJA'yê ji bo jin û zarokên penaber bang kir

  • 15:55 20 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - TJA ya ku têkildarî Roja Penaberan a Cîhanê daxuyanî da wiha got:"Di nava mirovan ku mecbûr dimînin koç bikin herî zêde jin û zarok bi binpêkirinên mafan rû bi rû dimînin." TJA 'yê ji bo penaberan banga piştevaniyê kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi munasebeta 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber şer pirsgirêkên aborî û polîtîk rû didin û mirov mecbûr dimînin ku koç bikin. Ji ber pirsgirêkên heman li Herêma Kurdistanê ya Federe û Tirkiyeyê mirov mecbûr dimînin ku koç bikin. 
 
'Koçber ji bo sax bimînin, ji şer birevin koç dikin'
 
Di dewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo koçber li jiyanê bimîni koç dikin û wiha hat gotin:"Di 2011'an de ji ber li Sûriyeyê şerê navxweyî rû da DAÎŞ'ê êrişê axa Kurdistanê kir. Bi vê re li Kurdistan û Tirkiyeyê pêla penaberiyê dest pê kir. Ji 2022'yan vir ve li hemû cîhanê nêzî 300 milyon koçber hene. Koçber ji bo sax bimînin, ji şer birevin koç dikin. Jin û zarokên benaber bi her tundiyê rû bi rû tên hiştin. Divê li Rojhilata Navîn rêya sêyem a bingeha wê ji moderniteya demokratîk tê esas bê girtin. Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe sedema çareseriya pirsgirêkên koçberan jî."
 
Banga ji bo piştevaniyê 
 
Her wiha TJA'yê banga piştevaniyê kir û wiha got:"Ji bo hemû gel bi hev re bijîn û nêzîkatiya polîtîkayên koçberan li ser esasên mafên mirovan be demokrasî pêdiviya bingehîn e. Em bang li hemê rêxistinên jinan bikin ku piştevaniyê mezin bikin."