Meral Daniş Beştaş serdena DFG û MKGP’ê kir

  • 14:57 20 Hezîran 2022
  • Rojane
 
AMED - Bertek û nerazîbûnên li hemberî girtina 16 rojnamegeran didome. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş serdana DFG û MKGP’ê kir. 
 
Ji 22 kesên ku di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin hatibûn binçavkirin de 16 rojnameger jê hatin girtin. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu ku dozgeriyê ew sewqî Dadgeha Sulhê ya Nobedar kirin, hatin girtin. Her wiha edîtora ajansa me Gulşen Koçuk, rojnameger Esmer Tûnç, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ji bo piştevaniyê serdena DFG'ê û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) kir. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftîoglu û berdevka MKGP'ê Roza Metîna pêşwaziya Meralê kir. 
 
Di serdanê de Meral bal kişand ser operasyona li hemberî çapemeniyê û bertekên xwe anî ziman. Dîcle jî di axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniyê û got: "Çapemeniya azad 30 sal jortir e qet bêdeng nebû û dê niha jî bêdeng nabin."