HDK û HDP: Em ê bi hev re ji bo jiyneke bi rûmet a penaberan têbikoşin

  • 13:40 20 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Meclisa Koçê û Penaberan a HDK'ê û Komîsyona Koçê û Penaberan a HDP'ê  di daxuynaiya ku bi minasebeta Roja Penaberan a Cîhanê dan e gotin, "Em ê bi hev re ji bo jiyaneke bi rûmet a penaberan têbikoşin."
 
Meclisa Penaberan û Koçê ya HDK'ê û Komîsyona Penaberan û Koçê ya HDP'ê, bi sernavê "Ji bo Penaberan Em Jiyaneke Ewle û Birûmet Diparêzin" bi minasebeta  20'ê Hezîranê Roja Penaberan daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin. 
 
HDK û HDP'ê, di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku di seriya 5 û 7 milyonan de penaber neketine asta penaberiyê û li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), bi şerê Ûkrayna û Rûsyayê hejmara penaberan li dinyayê derketiye 100 milyonî û ev nirxandin kirin: "Dewlet û pergala sermayeyê bi her awayî penaberan îstimar dike. Ev hêz 70 sal in ji Peymana Cenevreyê ve hemû mafên penaberan xesp dikin. Bi hêrsa karê penaberan di şertê koletiyê de bi erzanî didine xebitandin. Li Tirkiyeyê û dinyayê keda penaberan bûye navnîşana bêewletî û cinayetên kar. Nîjadperestiya ku ji aliyê desthilata faşîst ve tê xwedîkirin û muxalefet piştgiriyê didê êdî di destê faşîzma ku êlekê dijminatiya li biyaniyê yê bişoşk girtî li xwe kiriye de bûye çekek û gihaştiye qirêka penaberan."
 
Berdewama daxuyaniyê bi kurtayî wiha ye:
 
"Li Tirkiyeyê jiyana penaberên ku nikarin xwe bigihînin mafê xwe yê herî bingehîn di bin gefê de ye û timik li ser bazarî tê kirin. Tirkiye penaberan li dijî Yekitiya Ewropayê weke koz û li Sûriye û Rojhilata Navîn ji bo polîtîkayên xwe yên belavbûnê bi kar tîne. Penaber di çapameniyê de ji aliye esnafên siyasetê ve weke sûcdar û hedef tên nîşandan. Weke li her dera dinyayê Tirkiye jî valahiyên qanûnî bi kar tîne, penaber biçûk dibe û dika amûra polîtîkayên xwe yên dijminatiya li biyaniyan. Bi vê sûc dike. Danezana Wezareta Karên Hundir a dawî jî vê xetê bêtir tûnd dike û berhema dijminatiya li biyaniyan e. 
 
Ewropayê penaber bi kar anîn
 
Desthilata ku penaberan li dijî Ewropayê penaberan weke koza siyasî û aborî bi kar anî, li pey pêşxistina tecrîd û polîtîkayên dijminatiyê ye. Tiştên ku 30 sal berê anî serî gundên ku bi darê zorê ji gundên wan da koçkirin niha dixwaze bîne serê penaberên sûriyeyî, afganî û pakistanî. Ev jî ne tesaduf e. Desthilata AKP-MHP'ê ku di ser "Ewlehiya Jinan" de penaberan dikin hedef. Em ê li dijî vê kampanyaya nefretê têbikoşin. Rewşa penaber û koçê nikare bi pirsgirêka ewlehiyê bê aşkerakirin û radestî Wezareta Karên Hundir bê kirin. Bi rêxistinbûneke berfirehî divê Wezareta Koçê bê avakirin."
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de HDK û HDP'ê ji bo ewlehiya penaberan û jiyaneke birûmet banga têkoşîn û piştevaniyê kirin.