Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu hat sirgûnkirin

  • 12:18 20 Hezîran 2022
  • Rojane
ENQERE - Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu ku di girtîgeha Sîncanê ya Jinan de dima sirgûnî Girtîgeha Kocaeliyê ya Hejmar 1 a Tîfa F hat kirin. Hat diyarkirin ku Dîlber a bi hinceta meha çûyî cezayê muebetê lê hatiye birîn di hucreya yek kesî de dihat girtin bêyî ku agahiyê bidin malbata wê hatiye sirgûnkirin. 
 
Hat ragihandin ku Dîlber Tanrikulu ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dima di 18'ê Hezîranê de sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê hatiye kirin.
 
Gotin 'me çi dizanibû ku hûn malabta wê ne'
 
Malbata Dîlberê ku diyar kir 3 rojan agahî ji keça xwe negirtine anî ziman ku ew îro hîn bûne Dîlberê Sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê hatiye kirin. Rayedarên girtîgehê ku malbata Dîlberê telefonî wan kir li gel ku agahiyeke zelal nedan gotin, "Me çi zanibû ku hûn malbata wê ne û em nikarin bi telefonê agahiyên berfireh bidin, ji bo ku hûn agahiyên keça xwe bigirin divê hûn bên vêderê." Herwiha hat ragihandin ku rêveberiya girtîgehê gotiye hûn dikarin di 24'ê Hezîranê de biçin serdana keça xwe û ji wan re hat ragihandin ku ew derbarê keça xwe de piştî bi 2 rojan  hûn dikarin bi telefonê agahiyên berfireh bigirin.
 
Agahiya ku nedan malbatê dan me
 
Rayedarên girtîgehê ku derbarê mijarê de em li wan geriyan, gotin, "Me agahiyên pêwist dane malbata wê. Dîlberê ji ber ku cezayê menihkirinê girtiyê nikare bi malabta xwe re hevdtîinê bike. Tenê dikare bi vasiyê xwe re hevdîtinekê bike."
 
Di 6 salan de 3 caran sirgûn bû
 
Dîlber a ku li Nisêbînê piştîdqedexeya derketina kolanan a 14'ê Adara 2016'an di 26'ê Gulanê de hat binçavkirin û girtin di serî de birin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, pişter birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê û niha jî dîlberê sirgûnî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F ya Kandirayê hatiye kirin. 
 
Di lîsteya ÎHD'ê ya girtiyên nexweş de cih digire 
 
Dîlber a ku 6 sal e di girtîgehê de ye, di heman demê de di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  de cih digire.
 
Bi cezayê muebeta giran û 26 sal cezayê girtîgehê ceza kirin
 
Ji alyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve di 3'yê Kanûna 2019'an de bi îdaya "Parçekirina welat û yekitiya wî" ,"hewldana bi qestî kuştinê" 16 sal , ji ber "zerara daye malê cemaweriyê " 3 sal û "ji ber madeyên bi xeter bê destû li gel xwe girtiye"  7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Dîlberê. 
 
Ji ber cezayê wê hat erêkirin girtin hucreyê
 
Di mehên çûyî de ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve ji ber ku cezayê wê yê muebeta giran ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, Dîlberê ji qawîşa girtiyên siyasî ku bi wan re dima hat derxistin  û ew kiribûn hucreya yek kesî.