Derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de îdianame hat amadekirin

  • 10:10 20 Hezîran 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Qilebanê îdîanameya der barê 6 kesên ku di nav wan de parêzvanê şaredarê AKP’ê yê Dêrahinê jî heyî tecawizê zarokekê kiribûn ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Yekemîn danişîna dozê di 5’ê îlonê de bê dîtin. 
 
Derket holê ku li navçeya Qilebana Şirnexê, zarokek bi dêmariya xwe ve dijiya, 4 salan bi destdirêjiyê re rûbirû maye. Di 27'ê mijdara 2021'ê de piştî ku zarok ji xizmekê xwe re behsa destdirêjiyê kir ev bûyer derket holê. Bûyer di dezgehên edlî de jî hat destgirtin. Piştî lêkolînan derket holê ku Cengîz Aydemîr di heman demê de parêzvanê nêz yê Şaredarê Bajarokê Dêrahinê yê AKP'yî Cemîl Yildirim e, bi awayek sîstematîk 4 salan bi alikariya 4 kesan destdirejî li zarokê kiriye.
 
Derbarê mijarê de lêpirsin hat vekirin, îdîaname ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat amadekirin û ji aliyê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin.
 
Di îdîanameyê de navê Metehan Bayram û Onur Yildiz ê ku destdirêjî kirine û her wiha navê jinapa zarokê Z.Y. jî di dosyayê de hat zêdekirin. Di çarçoveya heman dosyeyê de di 19'ê adarê de Cengîz Aydemîr, Samî Yildiz û dêmariya zarok B.A. hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê.
 
Serdozgeriya Komara Şirnexê derbarê dêmarî B.A. de "Ferzkirina fihûşê" û "Gef", derbarê Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz de "Astengkirina azadiya kesan", "Êrişa zayendî" û "Gef"  derbarê Metehan Bayram de “êrişa zayendî” û “Astengkirina azadiya kesan”, derbarê jinapa wê Z.Y. de “Astengkirina azadiya kesan” û “Alîkariya êrişa zayendî” û derbarê Onur Yildiz de jî “tacîza zayendî” de îdîaname amade kir. 
 
Bersûcan di îfadeyên xwe yên li dadgehê de sûcdarkirinan qebûl nekiri û gotin “derew” li wan hatiye kirin. Bersûcan di parasyina xwe de îdîa kirin ku hevdu nas nakin. Lê ji qeydên HTS’ê derket holê ku ew gelek caran hevdû re axivîne. Dêmariya zarokê B.A. trafîka telefonê ya di navbera Cengîz Aydemîr û Samî Yildiz de jî di raporên pisporan de cih girt. Hat diyarkirin ku ev hersê kes di telefonê de demeke dirêj bi hev re axivîne.
 
Serdozgeriyê diyar kir ku îfadeyên zarokê yên di îdîanameyê de bi delîlan li hev tên û kiryar hewl didin sûcê xwe veşêrin. Di heman demê de serdozgeriyê da zanîn ku ji ber ku di navbera zarok û kiryaran de dijminatî çênebûye, tu sedem tuneye ku zarok derewan bike. 
 
Îdîaname ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Yekemîn danişîna dozê wê di 5’ê Îlonê de bê dîtin.