ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'AN

  • 09:00 20 Hezîran 2022
  • Rojev
 
*Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Yuksel Mutlu der barê komxebata TJA’yê ya ‘Li girtîgehê jin’ de axivî û got: “Bidawîbûna tecrîdê ji bo me wateya em di meşa azadiya jinê de pêş ketine ye.  Bi jinan re hêz û enerjiyek wisa heye. Jin dixwazin demildest çareserî pêk bê.   Rojeva jinan a rojên pêş wê tecrîd û girtîgeh bin.” DÎMEN HEYE
 
*Meseret Karakaya ya Etiyopyayî ji ber rengê kesk, sor û zer li ser tabeleya restoranta wê hebû rastî zexta polîsan hat û tabeleya wê bi rengê spî hat boyaxkirin. Meseret ev salek bi tehîd û êrîşên nîjadperest yên polîsan re tê rû hev. Li ser van êrîşan serî li CÎMER’ê daye û di bersiva hat dayîn de jî polîs tên parastin. DÎMEN HEYE
 
*Malbata Suleyman Kaçar ê ku di encama îxaneta PDK'ê de di 2021'ê de hat qetilkirin nêzî salekê ye li cenazeyê kurê xwe digere. Dayîka Suleyman Gulê Kaçar, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re û nedana cenazeyê kurê xwe da. Gulê got, "Êdî bes e ji îxanetê re û ez cenazeyê kurê xwe dixwazim. BI DÎMEN
 
*Malbatên ku xizmên wan di pêvajoya qedexeya derketina derve ya 2016'an de jiyana xwe jidest dane, êrîşên Tirkiyê yên li dijî kurdan şermezar kirin ku divê kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk bibin yek. DÎMEN HEYE
 
*Li Qilebanê îdîanameya der barê 6 kesên ku di nav wan de parêzvanê şaredarê AKP’ê yê Dêrahinê jî heyî tecawizê zarokekê kiribûn ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Yekemîn danişîna dozê di 5’ê îlonê de bê dîtin.