Jinên di Komkujiya Helîncê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
- 12:27 19 Hezîran 2022
- Rojane
KOBANÊ- Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê, bi minasebeta salvegera 2'emîn a Komkojiya Gundê Helincê dest bi çalakiyan kir.
23'yê Hezîranê dewleta tirk êrîşî gundê Helincê yê Kantona Kobanê kiribû û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Firatê Zehra Berkel, Endama Rêveberiyê ya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Jinên ku di di komkujiyê de hatin qetilkirin li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan tên bîranîn. Şevîdin jî li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişlo û li Şehbayê her sê jinên pêşeng hatin bîr anîn.
Rêxistina Kongereya Star a Herêma Firatê ku çalakî li dar xist bi minasebeta salvegera dûyemîn a Komkojiya Helicê birûşor belav kirin. Belavkirina birûşoran ji Meclisa Kantona Kobanê dest pê kir û ber bi hemû Sazî û Dezgehên jinan ve berdewam kir. Di broşurên ku hatin belavkirin de derbarê jiyana Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîn û Dayika Emîne Weysî de nirxandin hatibûn kirin.