Mamosteyê êrîşa zayendî kir tayînî dibistaneke din hat kirin

  • 09:59 19 Hezîran 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Dibistana Seretayî mamoste Omer Kaçak ê ku hat îdakirin li xwendekara zarok êrîşa zayendî kiribû, derket holê ku tayînî dibistaneke din hatiye kirin.  
 
Li navçeya Qileban a Şirnexê li Dibistaneke seretayî hatibû îdakirin ku mamoste Omer Kaçak li xwendekara zarok bi caran êrîşa zayendî kiriye.  Buyer di 21'ê Adarê de piştî zarokê ji rêveberiya dibistanê re ragihandibû derket holê û derbarê mamoste Omer Kaçak de lêpirsîna îdarî nehatibû destpêkirin, tenê ya edlî hatibû destpêkirin.  
 
Herwiha Zaroka 16 salî di îfadeya xwe de jî  diyar kir ku gelek caran ji aliyê Omer Kaçak ve êrîş lê hatiye kirin. Lê êrîşkar Omer Kaçak di îfaeya xwe de zarok derwekar derxistibû, îdayên derbarê xwe de red kiribûn.   Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hat îdîakirin ku Omer Kaçak berê jî li gelek zarokan êrîşa zayendî kiriye. 
 
Li dibistanek din li ser peywirê ye!
 
Derbarê Omer Kaçak de li ser gişiyê zarokê  lêpirsîna edlî hatibû destpêkirin, lê hat îdakirin ku ji ber zextan giliyê hatiye kirin jî paşve hatiye kişandin lêpirsîn û di 1'ê Nîsanê de lêpirsîn bi bêşopandinê bi encam bû.  Omer Kaçak ê ku derbarê wî de tu lêpirsîna îdarî nehat destpêkirin jî derket holê ku tayînî Dibistaneke din a li Qilebanê hatiye kirin.