Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnameger bên berdan

  • 13:38 18 Hezîran 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtîna 16 rojnamegeran ji hêla Baroya Mêrdînê û Çewligê ve hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em li dora çapemeniya azad bibin xelek û xwedî lê derkevin. Divê tavilê rojnamevan bên berdan." 
 
Ji 22 kesên ku di 8’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin hatibûn binçavkirin de 16 rojnamevan jê hatin girtin. Hevserokê Rojnamegerên Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Abdurrahman Oncu hatin girtin û şandin Girtîgeha Amedê. 
 
Bertekên li hemberî girtina rojnamegerên kurd didome. Baroya Mêrdîn û Çewligê jî bertekên xwe bi daxuyaniyên nivîskî anîn ziman. 
 
Mêrdîn 
 
Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê daxuyaniyek nivîskî weşand û girtina 16 rojnamevanên kurd wek "darbeyek mezin" pênase kir û wiha got: "Rojnamevanên ji ber xebatên xwe pîşeyî hatin girtin divê tavilê bên berdan û bigihîjin azadiya xwe. Bi girtina rojnamevanan darbeyek li mafê girtina agahiyan a gel xistine." 
 
Çewlîk
 
Daxuyaniya Baroya Çewligê jî bi îmzeya Serokê Baroya Çewligê Omer Farûk Hulaku hat weşandin. Omer Farûk Hulaku wiha got: "Heke ku çapemeniya azad nebûya wê îro gelek tişt û bûyer di tariyê de bimana. Hebûna azadiya çapemeniyê jêveneger e. Em dixwazin hemû rojnamevanên ku li Amedê hatin girtin, demildest bên berdan û bigihîjin azadiya xwe. Cihê rojnamevanan ne girtîgeh e."