Basin-Îş serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
- 13:31 18 Hezîran 2022
- Rojane
AMED - Ji bo piştevaniya rojnamegerên girtî, rojnamegerên endamên Basin-Îşê serdana DFG’ê û buroya JINNEWS’ê kirin.
Piştevaniya bi rojnamegerên girtî re didomin. Îro Rojnamegerên endamên Basin-Îşê ya girêdayî DÎSK’ê duh ji Stenbolê û Enqereyê ji bo piştevaniyê bi rojnamegerên hatin girtin re bikin, duh derketibûn rê û îro gihîştin Amedê.
Endamên Basin-Îşê serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û buroya JINEWS’ê ya polîsan bi ser de girtibû kirin. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna û endamên DFG’ê pêşwaziya şandeya Basin-Îşê kirin.
Rojnameger, di serdana DFG’ê û JINNEWS’ê de bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û piştevaniya hevpar a li dijî êrişên ser çapemeniyê û destnîşan kirin ku ew ê ji bo rojnamevanan di nava piştevaniyê de bin.