Keça xwe Leyla bi strana 'Min xwatir ji te nexwest' bi bîr tîne

  • 09:02 18 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Makbûle Paksoy a ku keça xwe Leyla Paksoy, a di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bi strana “Min xatir ji te nexwest” bi bîr tîne got, " Zilma dewletê li ser me bi dawî nebûye, lê ez keça xwe ji bîr nakim, li ser şopa wê me û natirsim." 
 
Li bakurê Kurdistanê ku zilma dewletê qet bi dawî nabe bi taybetî di salên 80’ê û 90’î de ji ber zext û zilma dewletê gek gund hatin vakakirin û şewitandin û welatî neçarî koçberiyê hatin kirin.  Welatiyên ku neçarî koçberiyê hatin kirin berê xwe dan bajarên Tirkiyê. Ji van malbatên ku hatin koçberkirin û berê xwe dan metrepolên Tirkiyeyê jî yek jê malbata şervana YJA STAR'ê Leyla Paksoy (Zîlan Zozan Goyî ye. Malbata Zîlan Zozan, di sala 1988’an de ku ji Qilebana Şirnexê  tên koçlberkirin neçar dimînin ku berê xwe bidin navçeya Îskenderûn a Hatayê.
 
Malbat  li vir jî j ber nasnameya xwe ya kurd hem ji aliyê dewletê û hem jî ji aliyê şêniyên wêderê ve  zext li wan tên kirin. Zîlan Zozan Goyî ku  yekemîn zaroka malbatê ye, di 17’ê Îlona 1990’an de li koçberiyê tê dinê . Zîlan Zozan jî di temenê biçîk de zext û zilma dewletê nas dike û di bin van êrîşan de mezin dibe. Zîlan Zozan û malbata wê ji ber zilmê di sala 1998’an de carekedin vedigerin ser axa xwe Qilebanê.  Zîlan Zozan a ku di 23’ê Adara 2015’an de tevlî PKK’ê dibe, di 21’ê Mijdara 2016’an de li Şehbayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.
 
Dayika Leyla Paksoy (Zîlan Zozan Goyî) Makbûle paksoy (60) ji ajansa me re derbrê jiyana xwe û keça xwe de axivî.  
 
‘Zilma dewletê berdewam dike’
 
Makbûle, anî ziman ku jiyana wan tim di bin zilma dewletê de derbas bûye û wiha got: “Ji zarokatiya xwe ve ez bi zilma dewletê re rû bi rû mame. Ez û malabta xwe  jî ji ber zextên dewletê çûn li Îskenderûnê bi cih bûn. Lê ji ber zextan me careke din  berê xwe da Qilebanê. Zarokên min jî di temenê biçûk de ev zilm nas kirin. Her tim bi ser malên me de digirtin. Ji ber ku me ev qebûl nekir me biryar da ku em vegerin ser axa xwe. Zilma dewletê hîna jî berdewam dike.”
 
Makbûle, destnîşan kir xwîşkek û birayekî wê jî tevlî PKK’ê bûye û ev tişt got: “Birayê min Abdullah Yaman 1995’an de tevlîbûn kir. Piştî ku 4 salan di nav tevgerê de têkoşîn da di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Piştre xwîşka min Fehîme Yaman di sala 1999’an de tevlîbûn kir. Ew jî 17 salan li wir ma û di sala 2016’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da. Birayê min Alî Yaman jî ji ber cezayê lê hat birîn neçar ma berê xwe bide derveyê welat û ev 25 salin li sirgûnê ye. Dema em hatin Qilebanê bi cih bûn jî polîsan gelek caran ji bo birayê min Abdullah bangî min dikirin û pirsa wî ji min dikirin.”
 
Gotina dawî: “Dayê ez ji te hez dikim’
 
Makbûle, diyar kir ku piştre keça wê Leyla (Zîlan Zozan Goyî) di sala 2015’an de tevlîbûn kiriye û ev tişt got: “Keça min Leyla roja ku wê tevlîbûn bikira min hembêz kir û ji min re got ‘Dayê  tu carî ji bîr neke ku ez gelek ji te hez dikim.’  Gotina dawî ya keça min ji min re kir ev bû.  Pêşî xwîşka min Fehîme û piştî sê meh şûnde jî keça min Leyla jiyana xwe ji dest da. ”
 
‘Xwedî biryar bû’
 
Makbûle, bi lêv kir ku keça wê ji zarokatiya xwe heta tevlûbûn kiriye tu carî gazin jê nekiriye û wiha behsa keça xwe kir: “Her tim rûyê wê bi ken bû. Gelek jêhatî bû û karê xwe bi rêk û pêk dikir. Her êvarê dema dihat malê sitûyê min hembêz dikir. Kurê min Ahmet ji Leylayê gelek hez dikri. Zarokên min hemûyan ji  Leylayê gelek hez dikirin. Ji ber ku têkiliya Leylayê bi xwîşk û birayên wê re gelek cuda bû. Tu carî dilê wan nedişikand. Karê xwe tu carî ji rojek dinê re nedihîşt. Zaraokek gelek kêfxweş bû. Xwedî biryar bû. Mirovek bi rêxistin bû.”
 
Keça xwe bi strana “Min xwatir ji te nexwest” bi bîr tîne
 
Makbûle, da zanîn ku ew keça xwe her tim bi strana “Min xatir ji te nexwest” bi bîr tîne û dirêjî da axaftina xwe: “Keça min her tim strana “Min xatir ji te nexwest” gûhdar dikir. Dema vê stranê vedikir gûhdar dikir, min jê re got tu çima vê guhdar dikî. Heta çû jî ev stran guhdar dikir. Ev strana wê hîn jî di telefona min de heye û ez wê guhdar dikim. Dema ku ez guhdar dikim keça min tê bîra min. Dema em diçûn mihrîcana berxbirê jî min ji kesên wê derê re digot navê min Zîlan e, ne Makbûle ye. Min digot ez ji navê Makbûle hez nakim, navê ji Zîlan hez dikim. Keça min piştî ku tevlîbûn kir jî navê Zîlan li xwe kir. Ji bo min navê xwe danî  Zîlan. Dema ku min bihîst navê wê Zîlan e gelek kêfa min hat.  Lê dilê min jî gelek dişewitî. Heta ku ez saxbim ez ê keça xwe ji bîr nekim. Em gelek girêdayî hevdû bûn. Min çi jê re bigota ne digot na, ew karê pêk dianî. Her tim rûyê min dida kenandin. Zarokek gelek bi hêz bû. Carna tevlî xebatên partiyê dibû. Heta ku ez bimirim tu carî hevaltiya wê ji bîr nakim. Min ne digot ew keça min e. Min digot ew hevala min e. Em bi hev re diçûn hemû cihî û kar bi hev re dikir.”
 
'Ji ber zextan wêneyê wê çênekirin'
 
Makbûle, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî ku keça min jiyana xwe ji dest da şûnde min got ez ê wêneyê wê li cihê wênekêşan derbixim. Ji ber gêrîla bû û kincên li ser wê tu wênekêşan ji ber zextan wêneyê keça min dernexistin. Ji me re gotin ‘em nikarin derbixin. Lê ez ê heta dawî li ser şopa keça xwe bim û natirsim.”